Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê îtirazî biryara YSK’ê kir

HDP’ê ji bo betalkirin hilbijartina 5 şaredariyan serî li YSK’ê da û diyar kir ku ewê derbarê endamê YSK’ê li HSK’ê gilî bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rêbaza “îtîraza awarte” ji bo biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK)  a “Dê mezbata nedin namzetên hilbijartî yên KHK’î” serlêdan kir û xwest hilbijartina cihên mijara gotinê ne bên betalkirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Berdevkê Partiyê Sarûhan Olûç û parlementerên HDP’ê, berî serlêdanê, li ber YSK’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê û Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar daxuyanî da.

Sancar diyar kir ku biryara YSK’ê, ne li gorî, hiqûq, aqil, mentik û exlaqe û wiha axivî: “Rê û rêbazên Qanûna Bingehîn di vê mijarê de diyarin. Ev di madeyên 67 û 76 ên Qanûna Bingehîn de bi awayekî zelal heye. Pîvanên kesên bikevin hilbijartinê diyarin. Di qanûna hejmara 1972’an ev biryar heye. Dîsan di pêvajoya hilbijartinê de YSK’ê di vî warî de tu giştîname ne weşandin.”

HDP dê ji bo 5 navçeyan îtîraz bike

Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Niha ji bo li 5 navçeyan namzetên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatine dûrxistin mazbatayên me nadinê. Li van navçeyan bi ferqekî zêde partiya wan bi serketiye. Bi biryara YSK’ê ya piştre hatî girtin, dê mazbata bidin kesên di rêza duyemîn de bi serketine. Her du biryar jî pir girîng in. Ev tê wateya darbeya li hember vîna hilbijartinê, bi wateyek din darbeyeke li dijî siberoja demokratiyê ya Tirkiyeyê. Di civînên li ser vê hatî kirin de du biryar derketiye, di dengdana 10 kesan a di warê ji bo ji nû ve hilbijartin bê kirin an jî mazbata ji bo kesên di rêza duyemîn de deng girtine bê dayîn. Lê di dengdanan de jî wek hev deng hatine dayîn. Di hilbijartina roja din de ev rêje di carekê de hatiye guhertin. Dengên ji bo hilbijartin ji nû ve bên kirin hatiye guhertin. Biryara dawî 7 beramberî 4 dengan derketiye. Çi bû ku endamên YSK’ê yên ku dixwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin 24 saet neborî biryara xwe guhertin. Em li benda bersiva bê ne. Em şopdarê vê ne.”

‘Em ê serî li HSK’ê bidin’

Sancar da zanîn ku wan serî li îtiraza awarte dan û wiha bilêv kir: “YSK erka xwe ya pêvajoya lêkolînkirina şertên bi qasî pêwîst ên BHQ’yiyan bi cih neaniye. Endamê YSK’ê ji ber ku serwer in, divê HSK zelal bike. Em ê li ser endamên YSK’ê giliyê wan li HSK’ê bikin. Niha biryar li ser 5 cihan heye. Li Wanê li Ertemêtan, Tuşba û Ebex, Tatos a Erzirom û bajarokê Dagpinar a Dîgor a Qersê heye. Em nikarin bêjin kesên bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin, serdan nekin. Ji ber ku tu astengiyek a li pêşiya hilbijarên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin nîne. Ev reweşeke heta dawî zelal e. Em ê ji bo îtiraza rewşa awarte ya betalkirina hilbijartinê bikin. Niha sê rê hene, a yekem biryara niha dayî ye. Yanî dengê herî zêde yê di rêza duyemîn de standin, mazbata bê dayîn wan. Ya duyemîn dubarekirina hilbijartinê. A sêyemîn jî hilbijartina hevserokên şaredariyê ji aliyê meclisa şaredariyê ve bê hilbijartin.”

Piştî daxuyaniyê HDP’î ji bo ku îtîraza xwe pêşkêş bikin, ketin avahiya YSK’ê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar