Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Çeteyên dewleta tirk li Efrînê 36 sivîl revandin

Komên çete yên dewleta tirk li Efrînê zêdetirî 36 welatiyên sivîl revandin. Hat zanîn ku komên çete ji bo berdana welatiyan, zêdetirî 150 hezar pere lîreyên Sûriyeyê dixwazin

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê, di van demên dawî de êrîşên xwe yên li dijî sivîlan ên li Efrînê zêdetir kirin. Bi taybet jî binpêkirina girtin, revandin û îşkencekirinê ya li ser gel di asta herî jor de ye.

Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku komên çete li navenda navçeya Şêra ya Efrînê 15 welatiyên sivîl revandin. Navên 13 welatiyên ku hatine zanîn wiha ne: “Mihemed, Miho, Zîn, Roşîn û kurê xwe, Riweyda, Zirîfe, Ednan Şêxo û kurê xwe, Mûrad, Yasîr, Ebdû Ehmed Ebdû û Eye.”

Welatî hatin îşkencekirin

Di roja 7’ê nîsanê de jî komên çeteyan ji gundê Kefer Cene û Meskereh ên Şerayê û gundên Qurteqleq û Qeretebe yên Şiyê gelek welatiyên sivîl revandin. Şêniyên herêmê diyar kir ku sivîlên hatin binçavkirin, rastî lêdan û îşkenceya çeteyan hatin. Piştî îşkenceyeke giran jî welatî hatin berdan.

Li gundê Meydan Ekbesê sivîl revandin

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku komên çeteyan li gundê Meydan Ekbes a Raco ya Efrînê jî 7 welatiyên sivîl ku 3 jê jinên temen mezin in, revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: “Emîne Hisên (63), Emîne Dawûd Ekaş (50), Emîne Omer, Seîd Qenber (54), Şêxmûs Ekrem Henan û Selah Hec Mihemed (49).” Navê welatiyekê ku ji gundê Banîrakayê hatiye revandin, nehat zanîn.

Li Racoyê jî êrîşî gel kirin

Komên çeteyan li gundê Edama yê Racoyê jî 14 sivîl revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: “Ednan Elî Hecî, Elî Hecî, Xelîl Mehmûd Selîm, Mistefa Reşîd, Ebdûllah Neçet, Bekir Mistefa Reşîd, Şikrî Mihemed Bîlal, Mistefa Mihemed Bîlal, Mihemed Selîm, Yûsif Hesen Ebdû, Hesen Osman, Ebdîn Mihemed Reşîd û Ehmed Ebdû.” Navê welatiyekî jî nehat zanîn.

Çavkaniyan ragihand ku komên çete ji bo berdana welatiyan, 150 hezar lîreyên sûrî dixwazin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar