Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatan xwest ku heyeteke serbixwe biçe girtîgehan

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de da zanîn ku ew naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin. Çalakvanên li Wanê jî bang li wezareta dadê kir ku li gorî qanûnên xwe tevbigere û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bike. Malbatan xwest ku heyeteke serbixwe biçe girtîgehan û hevdîtina bike

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakiya Guven kete roja 156’emîn. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya koma yekemîn a girtiyan kete roja 119’an. Malbatên girtiyan têkildarî çalakiya zarokên xwe axivîn.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Bêrîvan Bîtmen e. Bîtmen li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê 118 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Der barê rewşa Bîtmen, xwişka wê Afiye Bîtmen anî ziman ku tenduristiya xwişka wê xerab bûye. Bîtmen destnîşan kir ku daxwaza xwişka wê ne daxwazeke şexsî ye û wiha domand: “Hemû girtiyên di grevê de bi heman daxwazê çalakiyê dikin. Divê dewlet hiqûqa heyî pêk bîne û bihêle ku malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Girtiyan ji bo vê daxwazê bedena xwe daye ber mirinê.”

‘Heta ku girtî rehet nebin em jî rehet nabin’

Bîtmen got ku her ku diçe rewşa tenduristiyê ya xwişka wê nebaştir dibe û wiha pê de çû: “Ne tenê ya xwişka min, rewşa tenduristiyê ya hemû girtiyan jî pir xerab e. Ez bang li rayedaran dikim ku di zûtirin dem de heyetên serbixwe bişînin girtîgehê û hem daxwazên girtiyan guhdar bikin û hem jî rewşa wan a tenduristiyê ji nêz ve bişopînin. Heta ku girtî rehet nebin em jî nikarin rehet bibin.”

‘Bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne’

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, li Wanê jî 7 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. Yek ji çalakvanan jî dayika girtiyê bi navê Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê tê girtin û ji 8’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de, Besra Salhan e. Dayika Besra 70 salî ye û dixwaze ku tecrîd bi dawî bibe. Dayika Besra bang li wezareta dadê kir ku qanûnên xwe pêk bîne û got ku naxwaze êdî ji girtîgehê cenaze derkevin.

Peyama Guven û hevalên wê

Der barê mijarê de çalakvan Edîbe Babûr jî bi lêv kir ku êdî ji zilmê re bes e û wiha derbirî: “Em dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û her kes dengê xwe li denga wan zêde bike. Divê serokê giştî yê AKP’ê û raya giştî vî dengî bibihîze.” Omer Ertaş jî daxuyand ku dewlet li ser kurdan faşîzmê dimeşîne û wiha domand: “Li dijî vê faşîzmê Leyla Guven peyamek da me. Em jî destekê didin Guven û hevalên wê. Divê her kes piştgiriyê bide çalakvanan.”

Greva birçîbûnê teqez dê biserkeve

Endamê TUHAY-DER’ê Husnu Urgun jî têkildarî mijarê got ku tekane daxwaza wan ew e ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Welatiya bi navê Rojbîn Bor jî da zanîn ku greva birçîbûnê di astekî krîtîk de ye. Bor destnîşan kir ku pirsgirêka tecrîdê ne tenê ya kurdan, a hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Bor daxuyand ku çalakiya greva birçîbûnê teqez dê bi ser keve lê beriya ku mirin pêk bên divê tecrîd bi dawî bibe.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlûm Kapar jî bi lêv kir ku ew dixwazin dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere. ÊLIH-WAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar