Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Sûdanî ji bo rêveberiyeke sivîl li qadan e

Bi hezaran welatiyên Sûdanê ji bo ku rêveberiya welat radestî hikûmeteke sivîl bê kirin, li qada ne. Welatî dixwazin ku hêzên leşkerî rêveberiyê bidin muxalefetê û ji rêveberiya welat vekêşin

Li dijî rejîma dîktator a Omer El Beşîr, ji heft salî heta heftê salî bi sedhazaran welatiyên Sûdanê bi mehane li qadan bûn. Protestoyên xurt ên gelê Sûdanê hişt ku artêşa neteweyî ya Sûdanê jî li cem wan cih bigire. Bi vê yekê re jî artêşa Sûdanê dest danî ser rêveberiya Sûdanê, rejîma 30 salan a Beşîr bi dawî kir û Beşîr jî girt.

Lê gelê Sûdanê tevî hilweşandina rejîmê jî qad neterikandin. Bi hezaran welatiyan tevî Rewşa Awarte jî, li qadan bûn û xwestin ku rêveberiya welat radestî rêveberiyeke sivîl bêe kirin. Bi hezaran welatiyên ku li ber Wezareta Parastinê ya Sûdanê ku li paytext Hartûmêyê ye kom bûn, xwestin ku hikûmeteke sivîl bê avakirin.

Artêşê rêveberiya leşkerî ava kir

Gelek pêşengên rêxistinên civakî bang li welatiyan kirin ku li dora avahiya wezaretê li hev bicivin û nimêja înê bikin. Wezîrê Parastinê yê Sûdanê Awad Mûhammed Ahmed Îbn Aûf di êvara roja pêncşemê de diyar kiribû ku heta hilbijartinê dê konseyeke leşkerî 2 salan welat bi rê ve bibe. Tê gotin ku dê wezîrê parastinê jî serokatiya ji vê konseyê bike.

Çalakî kengî dest pê kirin?

Çalakiyên li Sûdanê di 19’ê kanûnê de li dijî zêdebûna bihayê nan dest pê kiribûn. Di demekî kin de mezin bû û veguherî tevgera li dijî rejîma dîktator. Di dawiya vê hefteyê de jî çalakî gihaşt asteke nû û bi hezaran kes li ber wezarata parastinê ji arteşê xwest ku li cem civakê cih bigirin.  Di encama çalakiyên gel de jî rejîma Beşîr têk çû. Gelê Sûdanê piştî daxuyaniya artêşê jî daket qadan û dixwazin ku hikûmeteke sivîl bê avakirin. HARTÛM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar