PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Wekîla fransî bersiv da Çavûşoglû

Di navbera wekîla fransî ya Asambleya Parlamenteran a NATO’yê Sonîa Krîmî û Wezîrê Karê Derve yê tirk Mevlut Çavûşoglû de li ser mijara “qirkirin” ê gengeşe derket. Krîmî bi gotina “kuşpeneyiya bênezaket” nerazîbûn nîşan da û derket

Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emnanûel Macron qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915 weke roja bibîranê ya salên komarê qebûl kir li Asambleya Parlamenteran a NATO’yê gengeşeyên tund derket.

Biryarnameya têkildarî roja bibîranîna Qirkirina Ermeniyan 11’ê Nîsanê di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li ser vê rayedarên dewleta tirk rayedarên Fransa û Serokkomar Macron kirin hedef û daxuyanî dan.

Di vekirina Asambleya Parlamenteran a NATO’yê ya li Antalyayê de Serokê Meclia Tirk Mûstafa Şentop îdîa kir ku Fransa dîrokê manîpule dike. Şentop Fransa ji komkujiyên Cezayîr û Rûandayê berpisyar dît. Wekîla fransî Sonîa Krîmî jî axivî û diyar kir ku rexneyên tirkan şik û guman e û got ku “versîyona dîrokê ya ji aliyê serfirazan ve hatî nîvîsin” red kir.

Piştre Wezîrê Karê Derve yê tirk Mevlut Çavûşoglû jî axivî û Fransa û Macron sûcdar kir. Li gorî Çavûşoglû Fransa ne di wê rewşê de ye ku dersê bide Tirkiyeyê. Li ser gengeşeya çêbûyî wezîra fransî Sonîa Krîmî û deleqasyona Fransayê bi armanca protestokirinê salon terikand.

Krîmî li ser Twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Yê ku dersê bi kuşpeneyiyeke ji nazikî û terbiyê dûr, dide, dema ku yekî mîna Mewlût Çavûşoglu …” Krîmî heman peyam li ser haştaga  #24avril (24 Nîsan) #genocidearmenien jî bi kar anî.

Di Qirkirna Ermenaniyan de dewleta tirk 1,5 milyon ermen bi rengekî sîstematîk qir kiribû. ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar