Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê xespa vîna gel qebûl nekin

Hevşaredarê Rezan Zeyyat Ceylan,  li pêş Şaredariya Rezan, biryara YSK’ê şermezar kir û wiha got: “Tu hukmê vê biryarê tune ye. Vîna gelê me xezp kirine. Yên ku mazbata bistîne em wan rewa nabînin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31’ê adarê de li Navçeya Rezan a Amedê ji sedî 70.34 deng stend û namzetên HDP’ê Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut bûn hevşaredar. Piştre YSK’ê biryar dan ku kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin mazbata nadin wan û hêj mazbata Hevşaredarê Rezan Zeyyad Ceylan nedanê. Hevşaredarên Rezan, endamên Meclîsa Şaredariyê û endanên HDP’ê li ber avahiya Şaredariya Rezan kom bûn û biryara YSK’ê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Farisogûllari û Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Selçûk Mizrakli û gelek welatiyên din amade bûn. Polisan avahiya şaredariyê dorpêç kirin.

Vîna gel xesp dikin

Hevşaredarên Rezan Zeyyat Ceylan li vir axivî û diyar kir ku dê heta dawî li dijî vê biryarê rawestin û wiha got: “Ev hilbijartina rêveberiya herêmî zîvirandin hilbijartinek dijdemokratîk. HDP’ê tevî hemû zext û tundiya desthilatê dîsa li Amedê serkeftinek mezin bi dest xist. Xezpa YSK’ê ya beriya hilbijartinê piştî hilbijartinê jî berdewam kiriye. Niha bi hinceta KHK’ê vîna gelê me xezp dikin. Em vê xezpê qebûl nakin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têbikoşin. Ev biryar nîşan dide ku tecrîd ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev tevrîd li ser hemû beşên civakê heye. Kurd her roj rastî êrîşan tên têkoşîna wan dişkînin û wekî terorê pênase dikin. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, her tişt sero bin bû. Divê Wezareta Dadê dîsa pêvajoyê têxe rê. Divê daxwaza Leyla Guven û girtiyên li zindanan pêk bîne û pêvajoyê têxin rêya çareseriyê. Divê tecrîdê bi dawî bikin ku grev bi dawî bibin.” Ceylan anî ziman ku vîna gel hatiye xesp kirin û yên mazbata bigirin jî ew vê yekê rewa nabînin.

Endam û rêveberên HDP’ê piştî li pêş şaredariyê daxuyanî dan dawî li çalakiyê anîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar