Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 8’emîn civîna konseya xebata hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê bibe serdana Moskovê kir. Erdogan bi serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn re li avahiya Kremlînê 2 saat û 15 deqeyan hevdîtinek pêk anî.
Bêguman ev hevdîtin ji hêla gelek aliyên siyasî ve bi baldarî hat şopandin. Bi taybet kirîne fûzeyên S-400 û di vê mijarê de biryara her du welatan yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirin e. Lewma ev hevdîtina ku 8’ê nîsanê de di navbera her du aliyan de pêk hat, pir girîng û bi wate bû.
Piştî civînê Pûtîn û Erdogan derketin pêşberî kamera û daxuyaniyek hevbaş dan. Di daxuyaniyê de ji pirsên heyî re bersiv nehat dayîn. Lewma ev jî di serê mirov de gelek pirsên din ava dike. Dema mirov li rewşa Rûsya û Tirkiyeyê mêzê dike, rewşa her du welatan jî di halê heyî de ji bo kirîn û firotina fûzeyên S-400 ne gûncav e. Li rexmî her du welat jî vê dizanin di vê lîstika wisa bi xeter de israr dikin. Gelo armanc çi ye?
Beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn di 4’ê nîsanê de li Washingtonê serokê NATO’yê Jens Stoltenberg di pîrozbahiya 70’emîn salvegera NATO’yê de bêyî ku nav bide li ser hevaltiya Tirkiye û Rûsyayê axivî. Di axaftina xwe de Stoltenberg da diyarkirin ku endamtiya Ûkrayna û Gurcistanê ji bo wan girîng e. Bi her du welatan re di çerçovaya lêkolînên îstîhbaratê de dê li Deryaya Reş lêkolînê bikin. Ji milê din ve jî Stoltenberg da diyarkirin ku endamtiya Ûkrayna û Gurcistanê ji bo wan girîng e.
Di heman civînê de Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di axaftina xwe de da diyarkir ku ew jî piştgiriya vê nêrîna Stoltenberg dikin. Her wiha Pompeo bi awayekî aşkera got ku pêwîst e ew li hemberî êrîşkeriya Rûsya û li hemberî tehdîdên mezinbûna Çîn û Îranê jî bisekinin. Di vir de NATO bi awayekî aşkera nêzîkatiyên xwe yên der barê Rûsya, Îran û Çînê de bi lêv kiriye. Rûsya jî vê yekê baş dibîne û li gor wê hemleyên xwe yê siyasî pêş dixe. Lewma nêzîkatiyên Rûsyayê ya bi Tirkiyeyê re ne stratejîk in taktîkî ne.
Bi taybet rewşa ku li Deryaya Reş tê jiyîn pêwîst e mirov ji nêz ve û bi baldarî bişopîne. Li ser Deryaya Reş endamên NATO’yê Tirkiye, Bulgaristan û Macaristan heye. Her wiha partnerê NATO’yê Ûkrayna û Gûrcistan jî li ser sînorê vê deryayê ne. Lê hakîmiyeta deryayê bi giranî di destê Rûsyayê de ye. Bi taybet piştî Rûsya bi referandûmê Kirimê bi xwe ve da girêdan û şûn ve bandora xwe li ser vê deryayê hîn zêdetir kir. Lewma ji wê rojê û şûn ve li ser Deryaya Rêş zêxtên NATO’yê li ser Rûsyayê jî zêde bûn. Rûsya ji bo van zextan kêm bike û bandora xwe li herêmê hîn zêdetir bike bi welatê herî zêdê (Tirkiye) sînorê wê bi Deryaya Rêş re heye ket nav peywendiyek xurt. Ev yek jî bi awayekî aşkera radixe ber çavan ku çima Rûsya wisa tehamûlî Tirkiyeyê dike.
Rûsya di her firsendê de ji bo fûzeyên S-400 bifiroşe Tirkiyeyê bazara xwe xweş dike. Di vê hevdîtina dawî de jî Pûtîn û Erdogan di axaftinên xwe de li ser vê mijarê erênî axivîn. Li rexmî zextên NATO û Amerîkayê Tirkiye di ya xwe de israr dike. Lê mijara ku mirov ji xwe pirs bike ev e; Pûtîn wê ji bo xatirê Tirkiyeyê NATO, Amerîka û Ewropayê bide hemberî xwe. Ji dijminantiyek bi vî rengî re Rûsya û Pûtîn amade ne yan na? Li gor min Rûsya di ferqa hin tiştan de ye û dê rewş wisa berdewam neke.
Erdogan û Pûtîn jî hev baş nas dikin û siyaseta hev jî ji nêz ve dişopînin. Di vê hevdîtina dawî de yek ji mijarên herî sereke mijara aboriyê bû, di vê mijarê de jî li hev nekirine. Ev jî nakokiyên di navbera wan de hîn kurtir dike û wan ji hev sar dike. Lê heya ji her du aliyan ve yek negihêje armanca xwe dê ev lîstika xetere berdewam bike. Lê di halê heyî de wê lewaz û kêm dimîne Tirkiye ye.