Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gavan şûnde neavêjin bibin yek

Tiştek bi hêsanî nayê stendin pêwîstî bi guhertina zîhniyetê heye da ku gavên girîng ber bi azadiyê ve were avêtin. Li Sûdanê êdî berxwedana jinên pêşeng bi ser dikeve

Nivîskara ajansa JINNEWS’ê Sorgul Şêxo derbarê bidawîbûna dîktatorê Sûdanê ku bi pêşengtiya jinan pêk hat de nivîsan. Tevahiya nivîsa Şêxo wiha ye:

“Gavan şûnde neavêjin, êdî dem hatiye ku azadî û edalet pêk were û xewnên hezaran sal a gel bi taybetî jin bendawarê wê bûn, pêk were. Yekitî û hevgirtina xwe ava bikin û siberojeke azad û wekhev dûrî nexweşiya desthilatdariyê, ava bikin.

Xwepêşandanên ku li Sûdanê ji 19’ê kanûnê ve dest pê kiriye û heta roja îro dewam dike, bû sedema şoreşa jinê. Jinên ku îro pêşengtiya xwepêşandana Sûdanê dike dê armanceke baş bi xwe re bîne ku gel bi taybet jinên ku bi hezaran sal mafê wan hatiye binpêkirin di nava edalet, aştî û azadiyê de bijîn. Maf nayê dayîn lê tê stendin. Jinên Sûdanê jî dê bi îrade û hêza xwe mafê xwe ji desthilatdaran bistînin. Bi hezaran welatiyên Sûdanê ber Navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê li dijî Hikûmeta desthilatdar Serok Omer El Beşîr ve meşiyan. Tevî wê jî artêşê bi gazên îsotê êrîşî xwepêşananan kir û hewl da ku rawestîne lê nikarî bû. Nêzî 51 kesî di nav de jin û zarok hebûn hatin kuştin. Artêşê duh diyar kiribû ku rejîm hatiye belavkirin û diktator Omer El Beşîr ku 30 sal desthilatdar e, hate girtin.

Di xwepêşandanên ku jinên Sûdanê pêşengtiya wê dike, asta bandorkirina têkoşîn û berxwedanan jinên şoreşger di kesayeta wan de, dide der. Jinên ku li hember hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dan, li hember koledariya hezaran salan ku sîstema heyî ferz kiribû , biryara guhertina sîstemê û rêveberiyê da. Di têkoşîna zêdetirî 40 salî de ku jinên kurd pêşengtiya wê kirin mîna Bêrîtan, Zîlan,Viyan û Sakîneyan mohra xwe li dîrokê dan. Dîrokê kêliyên berxwedana jinan li hemberî têkbirina faşîzmê nivîsand.

Hêzên HSD’ê ku çeteyên DAIŞ’ê ku bûbûn metirsî li ser hemû mirovahiyê, têk bir û têkçûna DAIŞ’ê bû çîrokek serfiraziyê û di dîrokê de hate nivîsandin. Rojeke ji rojan hêzeke tarî kêliyên jinan kiribû dojeh û hêzên HSD’ ê dojeha jinan veguherand bihuştê. Êdî jinên kurd, ereb û asûrî her wiha bi dehan pêkhateyên din bi îrade û hêza xwe jiyan, sazî û dezgehan bi rê ve dibin û li hemû cîhanê dibin mînak û pêşeng.

Jinên kurd bûn pêşengên serdema 21’an, di vê serdemê de êdî jin dê bibe pêşenga hemû serdeman. Çarşefa reş a li ser rûyê desthilatdar û dagirkeran ku azadiya jinan dorpêç dikin û civakê bi rengekî neexlaqî ava dikin dê were çirandin. Dê dawî li tarîtiyê were û tîrêjên azadiyê li asîmanê welatan belav bibe. Êdî kêliyên azadiyê nêz e lê têkoşîneke bi biryar û li ser bingehê pêkanîna edalet, azadî û guhertina zihniyeta civakê pêwîst dike.

Êdî li paytexta Cezayîrê jî gel û jin daketin qadan û doza çûyîna serokê demkî Ebd El Qadir Bin Salih û serokê Wezîran Nûr EL Dîn Bedewî, kir. Êdî dem dema yekitiya jinan a li hemberî faşîzm û desthilatdaran e.

Tiştek bi hêsanî nayê stendin pêwîstî bi guhertina zîhniyetê heye da ku gavên girîng ber bi azadiyê ve werin avêtin. Li Sûdanê êdî berxwedana jinên pêşeng bi ser dikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar