Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Akademîsyen û hunermendan têkildarî tecrîdê bang li Merkel kir

21 muzîsyen, akademîsyen û hunermendan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi nameyekê bang li Angela Merkel kir. Di nameyê de ji Merkel hat xwestin ku ji bo rakirina tecrîdê zextê li dewleta tirk bike û hat gotin ku çareserkirina pirsgirêka kurd diyaloga bi Ocalan re pêkan e

Di nav de muzîsyen Esther Bejarano ku ji kampên Aûschwîtz ên Naziyan bi saxî filitî jî, 21 akademîsyen û hunermendên tên naskirin bi nameyekê bang li serokwezîr Angela Merkel kir. Di nameyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tê xwestin ku zextê li dewleta tirk bike.

Nameya akademîsyen û hunermandan wiha ye:

“Rewaş tenduristiya aktivîstên ketine greva birçîbûnê her roja xirabtir dibe û ev demeke dirêje rewşa krtîk derbas kiriye.

Divê Tirkiye ya li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku berê îmzekiribû, tavilê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî dest bi pêvajoya dîyalogê ya bi rêya aştiyane bike. Her wiha divê parlamenter, hevşaredar û girtiyên din ên muxalîf ên li girtîgehan bên berdan.

Em ji hikûmeta federal dixwazin ku zexta siyasî li dewleta tirk a ku yek ji mutefîkê wê yê herî baş e, bike. Her wiha divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bikeve tevgerê û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike.

Heta ku Ocalan xîtabî gel neke li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser nabe. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, dê rêya bi hezaran kesên din ên ber bi Ewropayê ve pêk were.”

Navên kesên ku name weşandin

Navê kesên name îmze kirî wiha ne: “Muzîsyen Esther Bejarano,  Andrea Hackbarth-Rouvel, VVN-BDA Eimsbüttel,  serokê Komeleya Nîcos Fram Arnold Schnittger, endamê Meclisa Koçberan a Munihê Azad Yûsûf Bîngol, hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansu Ozdemîr, Claudîa Kîene, VVN/BdA Hambûrg, seroka Federal a VVN-BdA Cornelia Kerth, dîrektorê Enstîtûya Lêkolînê ya Civakî ya Berlîn Dr. Mario Candeias, Dr. Mûrîel González Athenas, Dr. Uschî Grandel, akademîsyen Kerem Schamberger, aktivîst Kersten Artus, berdevkê Federal a Baskên Ciwanan a Partiya Keskan Max Lucks, çêkerê fîlman Peter Ott, Prof. Norman Paech, çêkerê fîlman Prof. Christoph Dreher, Prof. Dr. Peter Brandt, Prof. I.R. Reîner Dîederich, Prof. Dr. Stephan Lessenîch, endamê Meclisa Federal a Partiya Çep Raul Zelik û lîstikvan Rolf Becker.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar