Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatên girtiyan: Girtî li dijî zilmê di grevê de ne

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê, diyar kirin ku zarokên wan li dijî zilm û bêhiqûqiyê ketine greva birçîbûnê û gotin ku dê heta dawiyê bi zarokên xwe re bin

Çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 157’emîn de didome. Niha bi heman armancî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê 7 hezar girtî bi heman armancî di grevê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 5 ferdên malbata Aslan jî li dijî tecrîdkirina Ocalan 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Mehmet Aslan (76) ku kurên wî Fevzî, Mehmet, Omer, Kasim, Halîl û biraziyê wî Şerîf Aslan 6 meh in girtîne, di greva birçîbûnê de ne.

Bav Aslan diyar kir ku dema mijar dibe gelê kurd her kes xwe li ker, kor û lalîtiyê datîne û wiha got: “Zarokên min li dijî zilmê têdikoşin. Daxwaza wan, ne rûxandina dewletê ye. Daxwaza zarokên min û zarokên kurdan diyar e. Edaletê dixwazin. Berî tiştek bê serê wan divê gav bên avêtin, daxwaza wan bê qebûlkirin da ku grev bi dawî bibe.”

Her wiha Aslan bal kişand ser rewşa Leyla Guven û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Leylayê li dijî vê zilmê hew îdare kir. Çima ket greva birçîbûnê? Çimkî li vî welatî heq û hiqûq tune ye. Em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me tî û birçî ne. Cîhanê xwe li kerîtiyê daniye. Tenê em dixwazin hikûmet dengê me bibihîse.”

Dengê  xwe li dengê çalakgeran zêde bikin

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tûba Bûlût ku di 22’yê kanûna 2018’an de li Stenbolê hat binçavkirin û paşê hat girtin, ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Bakirkoyê li dijî tecrîdê di greva abirçîbûnê de ye. Her wiha birayê wê Serhat Bûlût ku 2 sal in girtiye jî li Girtîgeha Cirnê Reş ji 1’ê adarê ve di grevê de ye.

Dayik Ayneta Bûlût anî ziman ku zarokên wan gotine heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya wan dewam bike û wiha got: “Keça min got, bijîşk wan kontrol dikin lê belê kurê min got; bijîşk tên girtîgehê lê nayên odeyên me. Ji me re dibêjin derkevin ber derî yan jî hewadariyê. Hîn hevalên me hene nikarin ji nav cihan rabin. Em jî ji bişîşkan re dibêjin werin odeyê. Lê nayên. Yanî bi awayekî rûtîn em nayên kontrolkirin.”

Dayik destnîşan kir ku dê heta dawiyê ji bo zarokên xwe têbikoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê her kes destekê bide grevên birçîbûnê. Wexta ez diçim girtîgehê nikarim li rûyê wan binerim. Divê her kes ji bo van kesên li ber çavên me dihelin tev bigere. Kesên dibêjin em xwedî wijdan in divê hemû dengê xwe li dengê çalakgeran zêde bikin û vê tecrîdê bişikînin.”

Rewş asta krîtîkbûnê derbas kiriye

Ji aliyê din ve malbat û parêzerên mafên mirovan ên ji bo balkişandina ser rewşa girtiyan û tecrîdê ji bo rojekê li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê ketin greva birçîbûnê, diyar kirin ku rewşa tenduristiya çalakgeran asta krîtîkbûnê derbas kirine û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Dayika girtî Yekta Savaş Delîl ku ev 2 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê girtiye Gulnûr Delîl, diyar kir ku kurê wê ne tenê ji bo xwe ketiye greva birçîbûnê û wiha axivî: “45 roj in kurê min birçî ye. Ji bo azadiya gelê kurd û Ocalan têdikoşe. Daxwaza zarokên me ne ewqas mezin e, bila tenê qanûnên xwe pêk bînin.”

Dayika Savaş Altûn ê 42 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale di greva birçîbûnê de ye Peyrûza Altûn anî ziman ku têkoşîna zarokên wan ji bo azadiya gelan e û wiha got: “Di têkoşîna azadiya gelê kurd de gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Di vê têkoşînê de beriya 27 salan biraziyê min rojnameger Cengîz Altûn û birayên min şehîd bûn. Kurê min jî li ser şopa wan çû. Îro jî ji bo azadiya gelê xwe di greva birçîbûnê de ye. Kurê min  zarokê vî gelî ye. Ev zarok, zarokên gel in û divê gel jî xwedî wan derkeve. Niha berxwedanek mezin nîşan didin. Werin em bi hevre xwedî têkoşîn, ziman, çand û pêşeroja xwe derkevin.”

Daxwaza girtiyan hiqûqî ye

Dayika Adnan Yîgîttekîn ê 9 sal in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye Fatîme Yîgîttekîn jî da zanîn ku kurê wî ev 91 roj in di greva birçîbûnê de ye û ev tişt anî ziman: “Em dayik naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Bila êdî dayik negirin. Ger em wisan dibêjin, wê demê divê em ji bo wan têbikoşin.”

Her wiha hevserokê ÎHD’ê yê Êlihê Devran Yildiz jî da zanîn ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hiqûqî ye û got ku ew heta dawî dê piştgirî bidin girtiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar