Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HPG’ê der barê êrîşên hewayî de agahî dan

HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî dan. HPG’ê diyar kir ku di encama bombebaranê de tu ziyan negihiştine hêzên wan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî erîşên hewayî yên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk herêmên Zap û Avaşînê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa tirk di 12’ê nîsanê de jî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê domiyan û ev agahî dan: “Di 12’ê nîsanê saet di navbera 09:00-13:00’an de Şikefta Birîndaran, Cîloyê Biçûk, devera Sanca ên girêdayî Zapê û saet di 10:20-13:20’an de jî devera Aris-Faris a girêdayî Avaşînê bombebran kir. Di encama bombebarana dijwar de tu ziyan negihiştin hêzên me.”

Lîstika şerê taybet teşhîr kir

HPG’ê daxuyand ku di 10’ê hezîrana sala 2018’an de li gundê Qewalê yê Colemêrgê welatparêzeke bi navê Halîl Duman winda bûbû û ev agahî dan: “Piştî vê bûyera ku sedem û bê ka çawa pêk hatiye, dijmin û hinek hevkarên wan agahiyên ku Halîl Dûman ji aliyê hêzên me ve hatiye windakirin û gotinên nerast û bê bingeh di nava gel de belav kiribûn. Di encama hemû lêgerîn û lêkolînên ji aliyê me ve hate kirin de, tu têkiliya hêzên me bi vê bûyera windabûnê re nîne. Têkildarî mijarê agahî parvekirin erkekî me ye, gelê me ji lîstikên şerê taybet ên dijmin bawer nake.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar