Zarokê bi navê Cotkar Amara Yurek duh li Amedê bi îşkenceyê hate binçvakirin. Amara ku ji 7 saliya xwe heta niha 11 caran hatiye binçavkirin, her carê jî hatiye îşkencekirin. Dapîra Amara wiha dibêje: “Neviyê min dema 7 salî hate binçavkirin. Ji 7 saliyê heta niha rastî îşkenceya polîsan tê. Qîrîna wî ya di dema îşkenceyê de ji guhê min naçe.”
Hêzên dewleta tirk duh li taxa Peyasê ya navçeya Peyas a Amedê bi ser mala malbata Yurek de girt û zarokê malbatê yê 17 salî Cotkar Amara Yurek bi îşkenceyê binçav kirin. Dema polîs û tîmên taybet Amara binçav kirin dapîra Amara, Nazime Yurek li pey neviyê xwe heta midûriyeta polîsan dirûşm berz kirin. Dîmenên dayika Nazime li ser tora civakî jî ji hêla bi hezaran ve hatin parvekirin.
Ji salên 90’î heta niha tîmên taybet û polîs her tim bi ser mala malbata Yurek de digire. Heta niha hemû endamên malbatê hatine binçavkirin û girtin. Endamê malbatê Kenan Yurek di sala 1998’an de hate girtin û ev 21 salin girtî ye. Ji malbatê endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Mehmet Yurek jî di sala 2007’an de hate girtin û di sala 2012’an de hate berdan. Endamê malbatê Ertan Yurek di sala 2010’an de hate girtin û hêj girtî ye. Ji malbatê Fatma Yurek jî di sala 2011’an de hate girtin û 8 salan girtî ma. Nîmetullah Yurek jî di 9’ê cotmeha sala 2018’an de di operasyona li dijî siyasetmedaran de hate binçavkirin û girtin. Çend roj berê hate berdan.
Di dema binçavkirinê de îşkence kirine
Zarok Cotkar Amara Yurek jî li gel dapîr û bapîrê xwe dimîne. Kalikê Cotkar Amara, Nîmetullah Yurek ew di nasnameyê de weke kurê xwe qeyd kiriye. Dayika Amara jî wekî xwişka wî hatiye qeydkirin. Amara hêj 7 salî bû ku di sala 2009’an de hate binçavkirin. Ji wê demê heta niha 11 caran hatiye binçavkirin. Salekê jî girtî ma. Kalikê Amara Nîmetullah Yurek di 9’ê cotmeha sala 2018’an de hate girtin û 6 meh şûnde hate berdan. Vê carê jî ji bo Amara bi ser mala wan de hate girtin, deriyê malê şikandin û Amara binçav kirin. Piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan a Amedê jî hate berdan. Polîsan dema Cotkar Amara binçav kirin, li erdê dirêj kirin û tundî lê kirin. Cotkar Amara û dabîpara wî Nazîme Yurek ji MA’yê bi Ozgur Paksoy û Mehmet Şah Oruç re axivîn. Amara diyar kir ku ji ber lêdanê, bêvila wî xwîn bû û polîsan gefa ‘em ê te bikujin’ li wî xwarine. Amara got ku berê jî bi dehan caran polîsan bi ser mala wan de girtiye û deriyê wan şikandiye.
‘Hîn qîrîna wî di guhê min de ye’
Di dema binçavkirinê de dapîra Amara, Nazîme Yurek li pey Amara dirûşmên ‘Bijî aşitî’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Dîmenên van kêliyan jî hatibûn qeydkirin. Dayika Nazîme da zanîn ku heta niha gelek caran polîsan deriyê wan şikandiye û wiha got: “Her ku bi ser malê de digirin, zarokên min binçav kirin û birin. Êdî her dem bi ser malê de digirin. Her Newrozê bi ser malê de digirin. Em êdî şeva Newrozê nikarin li mala xwe bimînin. Di 9’ê cotmeha sala 2018’an de hevjînê min binçav kirin û girtin. Piştî wê 5 carên din bi ser mala me de girtin. Amara hêj 7 salî bû ku hate binçavkirin. Hêj 7 salî bû bi tundiyê re rû bi rû ma. Dayika wî hate girtin. Xalên wî hatin girtin. Ji 7 saliya xwe heta niha rastî tundiya polîsan tê. Dema polîsekî TEM’ê tundî lê kir, qîriya. Hêj qîrîna wî di guhê min de ye.” AMED