Şervanên HSD’ê bi daxuyaniyekê 25 jin û zarokên êzidî ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir. Piştî daxuyaniyê jî welatiyên êzidî ber bi Şengalê ve bi rê ketin û li Şengalê radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê hatin kirin
Şervanen Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, radestî Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kirin. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê, fermandarên HSD’ê, endam û rêveberên Mala Êzidiyan û gelek dezgehên çapemeniyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Di daxuyayaniyê de ji fermandarên HSD’ê Berxwedan Amûdê axivî û diyar kir ku HSD’ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan zarok û jinên êzidî rizgar kirine. Amûdê destnîşan kir ku ew îro beşeke din a jin û zarokên êzidî ji bo ku bidin Meclisa Demokratîk a Şengalê, radestî Mala Êzidiyan dikin.
Ji rêveberên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyad Hamid jî spasiya HSD’ê kir û da zanîn ku heta niha zêdetirî hezar jin û zarokên êzidî hatine rizgarkirin. Ziyad Hamid teqez kir ku ew ê 25 jin û zarokên êzidî radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bikin. Hamid wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku hemû êzidiyên li gel çeteyên DAIŞ’ê girtî ne, bên rizgarkirin. Li gorî daneyên li ber destê me, çarenûsa 3 hezar û 40 êzidiyan nediyar e.”
Piştî daxuyaniyê, welatiyên êzidî û endamên Mala Êzidiyan ber bi Şengalê ve rê ketin. Welatiyên êzidî li Şengalê radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê hatin kirin. QAMIŞLO