Jinên Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina qanûnên jinan li Kobanê civînek pêk anîn
Ji bo nîqaşkirina qanûnên jin, jinên Herêma Firatê li navenda Kongreya Star a bajarê Kobanê civînek lidar xistin. Nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên jin ên partiyên siyasî, meclisên Adaleta Civakî û Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê tev li civînê bûn.
Di destpêka civînê de 37 madeyên qanûnên jin ji hêla Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Ferînaz Berkel ve bi zimanên kurdî û erebî hatin xwendin.
Beşdaran rêgezên peymana zewacê, razîbûn, ehliyet, şahid, veqetandin û bandorên wê, xwedîkirina zarokan, sûcên ku dighêjin malbatê û zewaca bi darê zorê, pirbûna hevseran, xiyaneta zewacê, zewaca biçûkan, zewaca berdêl û tomarkirina peymana zewacê nîqaş kirin.
Piştî nîqaşên ku gelek bi saet dirêj kirin, beşdaran pêşniyarên xwe girêdayî guhertina gelek qanûnê parastina jin û mafên wê vegotin.
Tê payîn ku piştî nîqaşan guhertin di qanûnan de werin çêkirin. KOBANÊ