Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana li dijî tecrîdê keta roja 158’an

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 158’emîn, a Nasir Yagiz kete roja 145’emîn û ya li girtîgehan jî 120 roj li pey xwe hişt

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ji destpêkirina çalakiyê re, hema hema li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Guven îro kete 158’an. Çalakî li gelek navendên Ewropayê jî didome.

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî komeke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî koma yekemîn ku çalakiya wan kete roja 120’emîn, di dîrokên cuda de zêdetirî 7 hezar girtiyên ji hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li çalakiyê bûn. Girtî rojane bi rêya malbatên xwe peyamên bilindkirina pêla berxwedanê li raya giştî dikin.

Çalakiya parlamenteran

Di 3’yê adarê de jî bi heman boneyê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya Dag û endamên HDP’ê di roja 43’yemîn de didome. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 8’ê adarê de dest bi çalakiyê kir û çalakiya wan kete roja 38’an.

Piştî derketin jî çalakiya xwe domandin

Berxwedêr Seda Akin, Gurbet Ektîran, Semra Alkan û Îhsan Sîmîş ku di dema di  girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatine berdan jî, çalakiyên xwe li malên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Seda Akin a li Êlihê di roja 99’emîn de, ya Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 86’emîn de, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê di roja 98’emîn de û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 47’emîn de berdewam dike.

Çalakvanên Başûr li ber xwe didin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li başûrê Kurdistanê jî didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kete roja 145’emîn, a endama Meclisa Îştarê Fadîme Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kete roja  75’emîn, a Herêm Mehmût kete roja 49’emîn, a Şeyma Ednan kete roja 41’emîn û ya Gulebax Celal jî di roja 25’emîn de berdewam dike.

Berxwedana li navendên Ewropayê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li gelek navendên Ewropayê jî çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Çalakiya li Strasbourgê ku 14 berxwedêrên kurd dabû destpêkirin û ya Îmam Şîş a li Gallerê kete roja 119’an, a Yûsûf Îba a li Torontoyê di roja 93’yan de, ya Mustafa Tuzak a li Duîsburgê di roja 92’an de, ya Husên Yildiz di roja 87’yan de, ya Hasbî Çakici di roja 86’emîn de, ya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê di roja 81’emîn de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê di roja 76’emîn de, ya Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê di roja 71’emîn de, ya Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê di roja 54’emîn de, ya Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî di roja 28’emîn de didome.

Çalakiyên fedaî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê û herî dawî jî girtiyê bi navê Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de welatiyê bi navê Ugur Şakar jî bi heman boneyê di 20’ê sibatê de li bajarê Krefelde yê Almanyayê çalakiya fedaî pêk anî û di 22’yê adare de jî şehîd bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar