Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çîroka berxwedana li dijî komplo û tecrîdê

Girtî Huseyîn Çîg di sala 1999’an de li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê xwe şewitand û bi giranî birîndar bû. Çîg niha jî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Çîg, Emîne Çîg da zanîn ku kurê wê di berxwedana xwe de bi israr e û dibêje ku heta tecrîd bi dawî dibe dê li ber xwe bidin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi israr berdewam in. Di nava çalakvanan de gelek kesên ku beriya niha jî bi heman daxwazên çalakiyên cuda pêk anîn jî hene. Yek ji van çalakvanan jî girtiyê bi navê Huseyîn Çîg e. Huseyîn Çîg ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa  T ya Şakran a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye. Cig, di sala 1993’yan de li Edeneyê hat binçavkirin , bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 36 sal ceza lê hat birîn. Di sala 1999’an de jî dema li Girtîgeha Gurgumê, li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku Ocalan hatibû girtin, çalakiya xweşewitandinê pêk anî û bi giranî birîndar bû. Çîg niha jî ji bo rakirina tecrîdê, di greva birçîbûnê de ye. Birayên Çîg, Abdûllah û Yûsûf Çîg jî di nava refên PKK’ê de şehîd bûn.

Piştî şehadeta kurên xwe, dayik Emîne Çîg jî tev li xebatên têkoşîna zarokên xwe dibe û di nava Dayikên Aştiyê de cih digire. Dayika Emîne dema ku xebatên dayikan dimeşand, di sala  2007’an de hate girtin û 4 salan di Girtîgeha Gurgumê de ma. Dayika Emîne der barê çalakiya kurê xwe de ji MA’yê bi Hamdullah Kesen re axivî.

‘Hemû çalakvanên di grevê de zarokên min in’

Dayika Emîne got ku di 10’ê nîsanê de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û ev agahî dan: “Kurê min got ku heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya xwe bi dawî neke. Di sala 2007’an de ez û kurê xwe li Gurgumê di heman girtîgehê de man. Ez 4 salan li Gurgumê bi kurê xwe re bûm heval. Ez li çalakiya wî jî xwedî derdikevim û çi ji destê min bê ez ê bikim. Min zarokên xwe di oxira vê têkoşîne de winda kirin. Ên niha bedena xwe dane ber mirinê jî zarokên min in. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk bê.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar