Parêzer Newroz Ûysal diyar kir ku armanca çalakgerên greva birçîbûnê vekirina rêya demokratîk a ber bi aştiya civakî ve ye û got ku divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Bi taybetî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzer li gel bi sedan serlêdanên daxwaza hevdîtinê dikin jî destûr naye dayîn ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Dîsan berxwedan û çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî didomin. Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin kete roja 158’yan. Piştî çalakiya Guven di 16’ê kanûna 2018’an de bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdisatnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya zêdetirê 350 girtiyî 120 roj li dû xwe hişt û ji 1’ê adarê ve ye jî li dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi israr didomînin.
‘Li Îmraliyê hiqûq nayê bikaranîn’
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nûçegihanê ANF’ê Denîz Îke re nirxand. Ûysal diyar kir ku tecrîda li dijî Ocalan tê meşandin sala 20 li pey xwe hişt û kete sala 21’emîn. Ûysa bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Bi tecrîda li ser rêzdar Ocalan, greva Îmraliyê veguheriye cihê îşkenceyê. Li greva Îmaraliyê ku polîtîkayên demokratîk yên çareseriyê dihatin afirandin bi rêbaza tecrîdê hat astengkirin. Di 21 salên tecrîdê de dewlet li gorî konjektorê nêzî rêzdar Ocalan dibe. Li hemberî vê rewşê weke parêzerên Ocalan serlêdanên me yên hiqûqî yên navxweyî, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgaha Mafê Mirovan ya Ewropayê dewam dikin. Em herdem dibêjin ku li Îmraliyê hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî nayê bikaranîn.”
‘Dewlet peyamên şer dide civakê’
Ûysal anî ziman ku li gel li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin kirin jî ev di aliye siyasî de jî ji bo raya giştî tê wateya peyamekê. Ûysal da zanîn ku ev peyama herî mezin ji ne çaresernekirin pirsgirêka kurd e û wiha pê de çû: “ Di aliyek din de jî ev peyam tê wateya daxwaza berdewamkirin şer. Di serdema pêvajoya çareseriyê de heyetên HDP û heyeten dewletê bir rêzdar Ocalan re hevdîtin dikirin. Şertê yekem yê Ocalan ku di notên hevdîtinê de jî hatibûn nivîsandin ‘Aştiya Civakê’ bû. Li gel daxwaza aştiya civakî ya Ocalan, dewlet di rewşa îro ya heyî de polîtîkayên dijminatiyê pêş dixe. Diviya dewlet jî li gorî daxwaza Ocalan tevbigeriya û aştiya civakî bixwesta. Lê belê dewlet bi polîtîkayên ku niha pêş dixe weke tecrîd, bêhiqûqî, binpêkirina mafê mirovan û muxatab negirtin Ocalan diyare dike ku çareseriyê naxwaze. Her wiha bi bêhiqûqiyê û muxatab negirtina Ocalan pirsgirêkê kûr dike.”
‘Li dijî tecrîdê li her derê cihanê berxwedan didome’
Ûysal destnîşan kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan bertekên civakê zêde dibe û wiha got: “Bertekên civakê bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) Leyla Guven, Hewlêr, Mexmûr, Galler, Torontoyê, Duîsburgê, Strasboûrgê û dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi israr didomînin, xwe nîşan dide. Dîsan li çar aliyên cihanê bertek û nerazîbûn zêde dibin û dixwazin bêhiqûqiya li hemberî Ocalan tê meşandin bidawî bibe. Li hemberî vê yekê divê dewlet rêya çareseriyê veke û weke muxaftabê bingehîn rêzdar Ocalan bê dîtin. Em jî weke hiqûqnasan dixwazin vê rewşa heyî ya bêhiqûqî di heman demê de bidawî bibe. Lê mixabin em dibînin ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ku li dijî Ocalan û girtiyên din tê meşandin her dem xwe nû dike. Ev rewşa ku niha derketiye holê êdî ne gengaze ku bi vî awayî bidome.” AMED