Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nedayîna mazbatayan xespkirina mafa ye

Platforma Şaxên KESK’ê û Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê, der barê kesên ji ber bi KHK’ê hatine îexrackirin YSK mazbatayê nade wan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nedayîna mazbatayan xespkirina mafa ye

Platforma Şaxên Konfederasyina Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê û Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê, li ber AZC Plazayê der barê kesên di hilbijartinê de hatine hilbijartin lê belê ji ber bi KHK’yan hatine îxrackirin YSK mazbataya wan nade de daxuyanî dan. Li ber plazayê polîsan daxuyanî asteng, li ser vê girse ber bi Kuçeya Hunerê ve meşiya û dirûşme berz kirin. Li serê kuçeyê Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Recep Şîmşek axivî û bertek nîşanî polîsan da. Şîmşek bilêv kir ku YSK, mazbatayê nade kesên bi vîna gel hatine hilbijartin, dide kesên nehatine hilbijartin û ev yek ji xwe re kiriye peywir.

Berdevkê Platforma Kesên Hatine Îxrackirin a Amedê Azîz Tûray daxuyaniya bi awayekî hevpar hat amadekirin xwend. Tûray, hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi bîr xist û wiha got: “Bi îlankirina Rewşa Awarte 36 KHK hatin derxistin û bi van KHK’yan xwestin derdora muaxlif teslîm bigirin û tasfiye bikin. Bi van KHK’yên navbirî 135 hezar û 144 kedkarên cemaweriyê bi awayekî derhiqûqî hatin îxrackirin. Rêyên hiqûqî hemû girtin û bi sedhezaran kedkarên cemaweriyê dan ber însafa Komîsyona Rewşa Awarte. Em hemû şahidin ku 2 sal û nîv e komîsyon me eware dike.”

‘YSK xwe wek patron dibîne’

Tûray destnîşan kir ku helbet fê rojekê edalet pêk bê û ev tişt anî ziman: “AKP, YSK’ê wekî patron pênase dike û bi vî awayî nîşan da ku YSK welat û welatiyan wekî piyaseyê û mişteriyan dibîne. Tişta ecêb jî ew e ku YSK jî xwe wek patronan dibîne.” Tûray, bal kişand ser hevşaredar û endamên meclisê yên hatine hilbijartin lê belê YSK mazbataya wan nade jî û got ku ev xespkirina mafa ye. Tûray wiha got: “YSK bi vê biryarê derb li demokrasî û hiqûqê xistiye. Ne  li gorî berjewendiyên civakê û welat, li gor berjewendiyên îktîdarê tev digere. Wê ev yek zirarê bide aştiya civakiyî jî. Lê belê wê nikaribin bi KHK’yan vîna gel teslîm bigirin.”

Piştî daxuyaniyê girse dirûşmeya “Rezan a me ye” berz kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar