Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

27 êzidî li Şengalê radestî malbatên wan hatin kirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi merasîmekî 27 welatiyên êzidî û zarokê şîa yên ji hêla HSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, radestî malbatên wan kirin. Di merasîmê de nûnerên civaka êzidî spasiya şervanên HSD’ê kir

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên êzidî yên ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, radestî Mala Êzidiyan a Amûdê kiribûn. Mala Êzidiyan a Amûdê jî 25 welatiyên êzidî li gel 2 êzidiyên din ên berê hatine rizgarkirin û zarokekî şîa derbasî Şengalê kirin û radestî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê kirin. Îro jî ji bo radestkirina welatiyan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Meclisa Gel a Gundê Borikê merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî axivî û wiha got: “Li ser navê Meclisa Şengalê, malbatên dîlgirtiyan û hemû gelê êzidî, ez silavên xwe ji HSD’ê re dişînim û berxwedana wan silav dikim. Weke ku tê zanîn bi hezaran dayikên me ketin destê DAIŞ’ê lê hikûmeta Iraqê heta niha jî ji bo rizgarkirina wan tu pêngav ne avêtine. Li şûna vê, pêşî li vegera kesên hatin rizgarkirin digire.”

Li ser navê TAJÊ’yê jî Meyan Xêro axivî û di serî de Cejna Çarşema Sor li hemû şervanên HSD’ê pîroz kir. Xêro bang li gelê êzidî kir ku keda HSD, YPG û YPJ’ê jibîr nekin. Piştî axaftinan, welatiyên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin.

Navên welatiyên hatin radestkirin

Navên welatiyên radestî malbatên wan hatin kirin wiha ne: “Hadî Hesen Hisên ê ji gundê Remûsiyê, Ciyan Xelîl Îbrahîm ê ji gundê Koço, Menad Dexîl Sado ê ji Koçoyê, Eyînas Qasim Mişko ê ji Til Qesebê, Nahîda Berkat Mirad a ji Til Qesebê, Xaliya Ferman Quto ya ji Kora Evdoyê, Harîman Ferman Quto ya ji Kora Evdoyê, Îbrahîm Xêro Saleh a ji Solaxê, Cemîl Xazî Mihemed ê ji navçeya Tilaferê, Tîman Nûrî yê ji Koçoyê, Fadiya Fêsel Refo ya ji Werdiyayê, Necah Xelîl Qenco ya ji Tilbenatê, Nazan Îbrahîm a ji Tilbenatê, Faris Îdo yê ji Duhlayê, Şihab Mîrza ê ji Tilbenatê, Neşad Ela yê ji Şengalê, Selam Heen ê ji Solaxê, Necma Hecî ya ji Koçoyê, Lonan Bînan a ji Koçoyê, Cemîla Heyder a ji Solaxê, Cemîl Heyder ê ji Solaxê, Ehlam Xasim, Kiristîna Mesin, Kamîran Mehmûd ê ji Telbernatê, Selma Ebas a ji Koçoyê, Biyar Remzî yê ji Koçoyêe, Rizgar Remzî yê ji Koçoyê, Hizgar Remzî yê ji Koçoyê.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar