Yarsanên li başûrê Kurdistanê banga yekitiya netewî kirin û diyar kirin ku ji ber parçe bûne, dijmin êrîşî wan dike
Mirûdên ola Yarsan yên li başûrê Kurdistanê, li ser giringiya yekitiya neteweyî ji Rojnews’ê re axivîn.
Mirûda ola Yarsan û mamosteya zanîngeha Germiyanê Dr Nazdar Qudret behsa girîngiya yekitiya gelê kurd kir û wiha got: “Bê guman yekitî ji hemû tiştî girîngtir e. Bi taybet ji bo kurdan ev hê girîngtir e. Ji ber ku di nava me de parçebûn heye. Her wiha dîrokek kevin ya me heye. Lê heya niha em nehatine naskirin û maf û rolê me nediyare. Ji bo ku em mafên xwe bidestbixin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku heya em parçe bin, dê ziman û hebûna me ji holê rabe.”
Nazdar di dewamê de got ku kurd hatine parçe kirin û ger yekitiya xwe ava bikin dê bikaribin heya radeyekê li hemberî dijminan rawestin û wiha got: “Ger her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava neke, wê lewaz bibin û êrîşên dijmin zêdetir bibin. Yekitî û armancên me, wê bibe sedemê em bi hev re hîn bihêztir bibin.”
Mirûdê ola Yarsan Herêm Kakeyî jî li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Ger em li dîrokê jî binêrin, hemû kurd destkeftiyên ku bidestxistine, di encama yekbûnê de bidestxistiye. Li rexmê ku dijminên me bê hêzbûn jî, lê ji ber ku em di nava xwe de ne yekbûn, bi ser me de dihatin û armancên xwe bicih dianîn. Li dijî vê dema ku em yekbûn, dijmin nedikarî li hemberî îradeya gelê me bi ser bikeve. Ji bo ku em bigihin armanca xwe û weke gelên cîhanê bijîn, yekitî û aramiya me gelek girîng e.” SILÊMANÎ