Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Walîtiya Amedê îtîraf kir ku polîsan Hantaş înfaz kirine

Walîtiya Amedê têkildarî qetilkirina Recep Hantaş daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê di daxuyaniyê de înfazkirina Hantaş îtîrfa kir û got; ‘R.H. ber bi polîsan ve baz da û xwest bireve. Polîsan ji bo hişyariyê gule berdan lê guhdar nekir. Dema xwest bireve, polîsan lê xist û kuşt.’

Polîsên dewleta tirk duh li Parqa Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) ku bi hevalê xwe re rûdinişt, gulebaran kir û qetil kir. Polîsên ku cenaze birin nexweşxaneyê, li malbatê geriyan û xwestin ku cenazeyê kurê xwe bigirin. Polîsan li nexweşxaneyê ji malbatê re got; ‘kure we bi şaşitî hatiye kuştin’. Cenazeyê Hantaş jî di bin dorpêça polîsan de hate veşartin û polîsan destûr nedan ku ji bilî endamên malbatê, tu kes tev li merasîma veşartina Hantaş bibe. Têkildarî mijarê walîtiya Amedê daxuyaniyek da û înfazkirina Hantaş îtîraf kir.

Walîtiya Amedê di daxuyaniyê de îdia kir ku Hantaş guh nedaye banga ‘hişyariyê’ û ev agahî parve kirin: “Di roja 14.04.2019’an  saet 03.20’an de li Parqa Sumer a li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ser îxbarkirina 2 kesên bi rûpoş, komên me çûn cihê bûyerê. Di dema lêgerînê de her du kes ber bi peywirdaran ve baz dan  û komên me jî hişyariya ‘raweste’ kir. Di vê demê de kesê bi navê R.Y. teslîm bû lê R.H. reviya. Guleyên hişyariyê hatin berdan lê kesê bi guman ranewestiya. Li ser vê yekê jî polîsan lê xist û kuşt.”

Walîtiyê diyar kir ku têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin. Walitiyê got der barê bûyerê de lêkolînên wan didomin.

‘Bi şaşitî hatiye kuştin’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Recep Hantaş dema ku li Parqa Sumerê bi hevalê xwe re rûdinişt, hate kuştin. Piştre jî polîsan cenazeyê Hantaş rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê. Di danê sibehê de jî polîsan agahî dan malbata Hantaş û xwest ku biçin nexweşxaneyê. Têkildarî mijarê birayê Hantaş, Efe Hantaş duh ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ew kêlî wiha vegot: “Piştî polîs li me geriyan, em çûn nexweşxaneyê. Li wir tiştek ji me re nedihat gotin. Polîsan demekî dirêj tiştek negotin. Li ser israra me jî got; ‘birayê te li cem kesekî ku navê wî di lîsteya lêgerînê de bû. Me jî operasyonek kir. Recep, bi şaşî hate kuştin.’ Lê me jê bawer nekir. Berê jî polîsan birayê min tehdît dikir. ”

Cenazeyê Hantaş herî dawî di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Hêjayî gotinê ye ku kesê dema ku Hantaş hatiye kuştin li cem wî bû, niha dibin çavan de ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar