Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatên girtiyan: Êdî sebra me nemaye

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de da zanîn ku rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe. Malbatan daxuyand ku êdî sebra wan nemaye û bang li hikûmeta AKP’ê û wezîrê dad ê kirin ku di zûtirin dem de dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin

Berxwedana greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kete roja 159’an, a endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlêrê kete roja 146’an, a koma yekemîn a li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kete roja 121’an û ya 14 çalakvanên li Strasboûrgê û Îmam Şîş a li Gallerê jî 120 roj li pey xwe hişt. Ji 1’ê adarê ve jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan têkildarî çalakiyên zarokên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

 

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mîrza Aydin ê ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê tê girtine. Aydin di sala 2006’an de li Stenbolê hate binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, 17 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Aydin ji 1’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê de ye. Aydin di 8’ê nîsanê de li ser telefonê bi dayika xwe Gîşvar Aydin re axivî. Aydin di hevdîtinê de diyar kir ku rojname û nameyan nadin wan. Aydin got ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin.

Piştgirî da çalakiya kurê xwe

Dayik Aydin jî da zanîn ku her tim cezayê disiplînê li kurê wê tê birîn û ev saleke kurê xwe nedîtiye. Dayik Aydin piştgirî da çalakiya kurê xwe û wiha got: “Êdî bes e bila ev tecrîd bi dawî bibe. Em ê dev ji vê dozê bernedin.”

2 zarok û neviyekê wê di grevê de ne

Dayika Meryem Erbey jî yek ji dayikên ku zarok û neviyên wê di greva birçîbûnê de ne ye. Zarokên dayika Meryem, Mehmet Erbey û Maşallah Erbey û neviyê wê Serhat Erbey di greva birçîbûnê de ne. Mehmet Erbey di 16’ê kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê, Maşallah Erbey di 5’ê çileyê de li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê û Serhat Erbey jî di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika Erbey di 12’ê nîsanê de li ser telefonê bi neviyê xwe Serhat Ozbey (21) re axivî. Dayika Meryem anî ziman ku neviyê wê di çalakiya xwe de bi israr e.

Qala binpêkirinên li girtîgehê kir

Dayika Meryem destnîşa kir ku neviyê wê qala binpêkirinên li girtîgehê kiriye û ev agahî dan: “Serhat ji min re got; ‘Bijîşk nayên kontrola me. Vîtamînên B1 nadin me. Rêveberiya girtîgehê ji me re dibêje ‘berdin bila bimirin.’  Bi awayekî faşîst nêzî me dibin.’ Gelo ma bidawîkirina tecrîdê ewqas bi zorê? Em dixwazin malbat û parêzerên Ocalan bi rêk û pêk hevdîtinan bikin û tecrîd bi dawî bibe. Welatên cîhanê ker, lal û kor in. Ka CPT  ka DMME?”

‘Tenduristiya girtiyan nebaş e’

Yek ji girtiyên di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kir jî Fethullah Yîgît ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Bandirmayê ye.  Têkildarî mijarê dayika Yîgît, Nafiye Yîgît axivî û wiha derbirî: “Êdî sebra me nemaye. Kurê min 8 salin girtî ye. Heta niha 3 girtîgeh guhert. Di bin zextan de dijî. Pereyê me nîne ku em biçin hevdîtinê û ev 8 meh in me nedîtiye. Tenduristiya girtiyên di grevê de nebaş e. Kurê min 10 kilo winda kirine. Em nikarin di telefonê de jî bi rehetî biaxivin. Ji ber ku cezayê hucreyê lê dibirin. Ez bang li hikûmetê û wezîrê dadê dikim ku daxwazên zarokên me pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar