Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî înfazkirina Recep Hantaş lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 polîs hatin binçavkirin. Ji 2 polîsan yek jê hate girtin û yê din jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hate berdan
Di 14’ê nîsanê saet 03.20’an de polîsan li Parqa Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) ku bi hevalê xwe re rûdinişt, bi 3 guleyan qetil kir. Piştî bûyerê jî polîsan ji birayê Hantaş, Efe Hantaş re got ‘birayê te bi şaşitî hatiye kuştin.’ Têkildarî mijarê walîtiya Amedê jî daxuyaniyek weşand û înfazkirina Hantaş piştrast kir.
Têkildarî înfazkirina Hantaş, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 polîs hatin binçavkirin û ji bo dozger îfadeyên wan bigire sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.
Dozger piştî îfadeyên her du polîsan girt û sewqî Dadgeha Nobedar kirin. Dadgehê der barê polîsekê de biryara girtinê da û polîsek jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hate berdan. AMED