Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ziman soranî ye lê niyet gemarî ye

Rojnameya Yenî Şafak ku dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê neyartiya kurdan dikir, ji bo hejmara xwendekarên kurd li Tikriyeyê zêde bike, dest bi weşana soranî kir. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bertek nîşanî Yenî Şafakê da û diyar kir ku Yenî Şafakê bi niyeteke xerab weşana bi soranî dike

Rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiye desthilata AKP’ê dike, ji bo hejmara xwendekarên derveyî welat li Tirkiyeyê zêde bike, bi pênc zimanan dest bi derxistina ‘Rojnameya Ûnîversîte Yenî Şafak’ kir. Rojnameya ku dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, bi manşetên xwe li hemberî gel û rêveberên herêmê dijminatiyek mezin dikir, li gel zimanên azerî, erebî, ingilîzî û kazakî cihdaye zaravaya soranî ya zimanê kurdî ku ji aliyê gelê Herêma Kurdistanê ve tê axaftin jî.

Derxistina rojnameyê ya bi zaravayê soranî destpêkê dibe ku weke niyeteke baş a qebûlkirina zimanê kurdî bê dîtîn lê rastiya derxistina rojnameyê ji vê yekê gelek dûr e. Rojnameya Yenî Şafakê ji ber ku her tim bi manşetên xwe berdevkiya desthilata AKP’ê dike û êrîşî destkeftiyên kurdan dike, bi derxistina vê rojnameyê hem dixwaze piştgiriyê bide aboriya Tirkiyeyê ku ji ber polîtîkayên AKP’ê têk diçe û hem jî piştgiriyê bide polîtîkayên parçekirina kurdan ên dewleta tirk.

Niyet xerab e

Dewleta tirk ne ji niha ve dema ku di 11’ê adara 1970’yî de di navbera PDK û rejîma Baasê de peymana otomaniyê tê îmzekirin jî pêşniyar dike ku li başûrê Kurdistanê perwerdehî tenê bi ‘soranî’ bê kirin. Rojnameya Yenî Şafakê jî di çarçoveya vê polîtîkayê de li gel ku piraniya kurdan bi zaravaya kurmancî diaxivin jî li şûna zaravaya kurmancî bi niyeteke xerab rojnameya navborî bi zaravaya soranî weşandiye û dixwaze ciwanên kurd ji bo xwendina zanîngehê bîne Tirkiyeyê.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku Yenî Şafakê bi niyeteke ne baş serî li zimanê kurdî daye û wiha got: “Soranî bi serê xwe ne zimaneke, zaravaya zimanê kurdî ye. Lîstikek di vir de heye. Heke Yenî Şafakê dixwaze bi kurdî xizmetekî bike divê destpêkê bi zaravaya kurmancî ku kurdên bakur piranî pê diaxivin weşanê bike. Ne durust in dixwazin bi vê yekê me kurdan li ser ziman berî hev bidin û me ji hev parçe bikin.”

‘Dixwazin kurdan ji hev bixînin’

Berdevk Şerefxan Cizîrî da zanîn ku dewleta tirk planeke wê ya ku dixwaze soranî ji kurdî qut bike heye û got ku dewleta tirk di mijara kurdan û zimanê wan de ne zelal e. Cizîrî di berdewama axaftina xwe de bal kişannd ser helwesta Herêma Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê durûtiya Yenî Şafakê divê Herêma Kurdistanê û saziyên sivîl ên herêmê helwestekê deynin holê. Hikûmet û saziyên fermî û sivîl ên herêmê divê bi hêsanî karibin bibêjin ku zimanê wan kurdî ye.”

Cizîrî herî dawî bang li sazî û dezgehên berpirsyar ên Herêma Kurdistanê kir û ev tişt gotin: “Divê  hikûmet û saziyên herêmê haydar bin ku Yenî Şafak bi soranan şah nabe. Di bin vê nêzikbûna wê de lîstikên genî hene. Bi van lîstikan dixwazin kurdan ji hev de bixînin, nehêlin ku kurd bibin yek netew û ji zimanê wan re statuyek bê nasîn. Di vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vê zanyariyê li ber çav bigere û li gorî vê yekê têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re deyne.”

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar