Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 161’emîn de ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 161 roj in li ber xwe dide

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 161’emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 148’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 122’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiye 123 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 48’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 103 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 93, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 101 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 50 roj, Naîme Çelîk li Rezana Amedê 48 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navnetewî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 95 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 95 roj, Husên Yildiz 89 roj, Hasbî Çakici 88 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 88 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 84 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 79 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 72 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 61 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 32 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 53 roj, Gulebax Celal 32 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiyên fedayî pêk anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar