Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zimanê zikmakî û tenduristî

Ziman di navbera mirovan de amûra ragihandinê ya herî sereke ye. Mirov di civakê de di jiyana rojane de têkiliyên xwe bi alîkariya ziman datîne. Her wiha hest û ramanên xwe jî dîsa bi ziman dide der. Navgînên ragihandinê yên mîna wêne, sînema, şano, rojname, kovar, telefon, înternet û hwd. jî peywira xwe bi alikariya ziman pêk tînin. Her wiha di çêbûn û pêşketina kesayetiyê de ziman roleke sereke dilîze. Bi ziman însan dibihîze, dipeyîve û hîn dibe, xwe pêş dixe, jiyanê fêm dike. Fikir û ramanên xwe bi ziman vedibêje û bi ziman tê naskirin. Li çand û kelepora xwe bi alîkariya ziman xwedî derdikeve û vediguhezîne nifşên nû. Tê gotin sînorê zimanê mirovan sînorê cihana mirovan e. Bi rastî jî bê ziman mirov tengezar û belengaz e. Dîsa ji bo netewbûnê jî ziman zehf girîng e. Gel bi zimanê xwe yê hevpar dibe netew. Ziman hevîrtirşkê civakê ye civakê saxlem dike, lev tîne. Jiyana mirovan ya civakî çawa cuda cuda ye, zimanê wan jî li gorî jiyana wan ya civakî rengek cuda distîne.

Li gorî gelek zanyar û lêkolîneran ragihandin di zikê dayikê de dest pê dike. Hîn di zikmakê de zarok peyvan dibihîze wan digre mêjiyê xwe. Piştî ku ji dayîkê dibe û heya dest bi axaftinê dike ev têgihêştin her didome. Zarok zimanê zikmakî ji diya xwe, ji malbata xwe û ji derdora xwe hîn dibe. Di vê pêvajoyê de ev hînbûn bê hemdî, xwe bi xwe çêdibe. Ji ber vê zimanê zikmakî xwezayî ye, paqij e û jêneger e. Bingeha zimanê zikmakî beriya jidayîkbûnê tê avêtin û piştî jidayîkbûnê di nav civakê de form û teşe digre. Heya destpêka dibistanê êdî zarok bi zimanê zikmakî dikare xwe îfade bike. Kesayetî jî li ser vê esasê xwe ava dike. Ev pêvajo bi perwerdehiya dibistanê digihêje asteke jorîn. Lê mixabin li gelek welatan zimanê zikmakî yê kêm-netewan hatiye qedexekirin û perwerde bi zimanê serdestan tê kirin. Li van welatan li her qada jiyanê hemû derî ji zimanê zikmakî re hatine girtin û ziman bi mirinê re rûbirû hatiye hiştin. Gelên/mirovên ku ji zimanê xwe bêpar mane wekî ker û lalan in, nikarin xwe baş bînin zimên, xwe biçûk dibînin, xwebaweriya wan kêm e, qudûmên wan şikestî ne, kesayetî tarûmar e û ne lihev in.

Di hemû qadên jiyanê de qedexeya zimanê zikmakî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ev bêzimanî di qada tenduristiyê de zedetir xwe dide der. Ji ber ku ziman di navbera nexweş û xebatkarên tenduristiyê de amûra ragihandinê ya sereke ye. Ev ragihandin çiqas xurt be ango xebatkar çiqas karibe ji zimanê nexweş têbigêhe û pê biaxive wê ewqas karibe ji kul û derdên nexweş re bibe derman. Yanî divê xebatkarê tendirustiyê  û nexweş bikaribin zimanekî hevpar bi kar bînin û ev  zimanê hevpar jî divê baş bête zanîn. Zimanê ku nexweş herî rast û baş xwe vebêje û der bibe bêguman zimanê zikmakî ye. Nexweş li welatê xwe bi zimanê xwe nikaribe xwe baş îfade bike derd û kulen xwe bîne zimên, wê xwe neçar hîs bike, wê bawerî kêm bibe û derûnî ne lihev be.

Bingeha perwerdehiya tenduristiyê li ser rêgeza ‘ewil zirarê nede nexweşan’ hatiye avakirin. Lê gava destûr nehate dayîn ku nexweş zimanê xwe biaxive yan jî gava xebatkarên tenduristiyê ji zimanê nexweş fêm nekirin bivênevê wê nexweş zirarê bibîne û ev rêgez jî were binpêkirin.

Wekî xebatkarên tenduristiyê divê em zanibin ku xizmetguzariya tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî mafê nexweş ê xwezayî û sereke ye. Divê her xebatkar li gorî vê esasê nêzî nexweşan bibe, bi zimanê  wan bipeyîve û mafê axaftina bi zimanê zikmakî yê nexweşan biparêze. Ev maf encax bi bernameyeke polîtîk û bi têkoşîneke dûvedirêj dikare were bidestxistin. Divê her wext perwerda bi zimanê zikmakî û xizmetguzariya bi zimanê zikmakî di jiyanê de esas bê bigrin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar