Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Bîlançoya çalakiyên DGH’ê yên meha adar û nîsanê

Tevgera Ciwanên Şoreşger encamên çalakiyên meha adar û nîsanê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin aşkere kir

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên di meha adar û nîsanê de aşkere kir. DGH’ê destnîşan kir ku wan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi berxweanên girevên birçîbûnê yên li zindanan çalakî li dar xistine. DGH’ê der barê çalakiyên xwe de ev tişt ragihand: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo piştgiriya hevalên me yên ku di greva birçîbûnê de ne, yekîneyên me li bajarên Tirkiyeyê di mehên adar û nîsanê de gelek çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de gelek kargeh, fabrîqe û wesayît hatine şewitandin.”

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger bîlançoya çalakiyên ku yekîneyên wan li dar xistine wiha aşkera kir:

Di 20’ê adarê de li taxa Şehremîn a Fatîhê ya Stenbolê kargeheke amûrên elektronîk a di pasajeke 4 kaqî de ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin.

Di 28’ê adarê de saet di 05.45’an de li Beylîkduzuya Stenbolê fabrîqeye 4 kaqî ya ya ku amûrên plastîk difiroşe ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Ev fabrîqe bi giştî hatiye şewitandin û xisareke madî lê pêk hatiye.

Di 28’ê adarê de saet di 04.30’an de fîrmayeke tekstîlê ya li Bûcaya Îzmîrê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkût ve hatiye şewitandin.

Di 30’ê adarê de di saetên êvarî de fabrîqeyeke sungerê ya li Gebzeyê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kawa ve hatiye şewitandin.

Çalakiyên meha nîsanê

Di 5’ê nîsanê de li taxa Mahmûdiye ya Bûrsayê wesayîta aîdî kesê bi navê A.K ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

Di 13’ê nîsanê de li navçeya Tûrgûtlûyê ya Manîsayê dikana firotina fêkî û depoya kesê bi navê A.G. ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bûye xwelî.

Di 17’ê nîsanê de saet di 04.45’an de depoya talaşan a li sîteya sanayiyê ya Kerestecîleran a Enqereyê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de 2 kargeh bûne xwelî.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar