PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Îstîxbarata Polîsan: Dibe ku DAIŞ’î çalakiyên nû pêk bîne!

Midûriyeta Giştî ya Polîsan, der barê doza komkujiya GAR’a Enqereyê de rapor ji dadgehê re şand û diyar kir ku DAIŞ’î dikarin dîsa êrîşan bikin. Midûriyetê diyar kir ku hêj şikdarên der barê komkujiya GAR’ê de yên lêgerîna wan heye, dibe ku dîsa li Tirkiyeyê çalakiyên nû pêk bînin

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasiyê ya GAR’a Enqereyê êrîşên xwekujî pêk anîbûn. Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbun.  2’emîn danişîna doza komkujiya 10’ê Cotmehê ya li GAR’a Enqereyê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dê îro bê dîtin. Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê di doza Komkujiya 10’ê Cotmehê de ku 16 bersûcên fîrarî tên darizandin, bi hinceta “Agahiyên îstîxbaratê wekî delîl nayên bikaranîn” agahî nedan dadgehê. Serokatiya Daîreya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) jî 8 rûpel nivîs ji dadgehê re şand û diyar kir ku bersûc Bayram Yildiz, Kasim Dere û Yakûp Selagzi ku bersûc in dikarin li dijî Tirkiye çalakiyan pêk bînin. TEM’ê di nivîsê de diyar kir ku ji bersûcên fîrarî 7 ji wan dibe ku li Sûriye hatibin kuştin. Parêzerên mexdûran jî diyar kirin ku midûriyeta polîsan agahiyan vedişêre û wiha got: “Di nivîsê de kesên bi navê Kasim Dere, Muhammed Zana Alkan ji bo bi hêsanî karibin tev bigerin wan wekî “Mirî” nîşan didin. Parêzeran xwest der barê kesên navborî de lêkolîn bê kirin.

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, der barê 19 bersûcan de biryar dabû ku bên girtin û dosyaya 16 bersûcên li derve jî cuda kiribû. Danişîna doza der barê 16 fîrariyan de dê îro bê dîtin. Heyeta dadgehê di danişîna berê de der barê hemû bersûcan de nivîs ji TEM’ê û Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan xwestibû.

Midûriyeta polîsan agahî neda

Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê, bi hinceta “Agahiyên îstîxbaratê wekî delîl nayên bikaranîn” agahî nedan dadgehê.  Serokatiya Daîreya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) jî 8 rûpel nivîs ji dadgehê reşand. TEM’ê di nivîsa 4’ê nîsana 2019’an de diyar kir ku navê bersûc Suphî Alpfîdan, Îbrahîm Halîl Alçay, Metîn Akaltin, Talha Guneş, Erman Ekîcî, Bayram Yildiz, Ahmet Guneş, Cebraîl Kaya û Denîz Buyukçelebî  di nava lîsteya kesên ku li cihê herêma şer xebatê dikin û hatibû plankirin ku çalakiyên xwekujî pêk bînin de cih digirin.” TEM’ê di nivîsê de anî ziman ku bersûc Bayram Yildiz, Kasim Dere û Yakûp Selagzi ku bersûc in dikarin li dijî Tirkiye çalakiyan pêk bînin. TEM’ê di nivîsê de diyar kir ku ji bersûcên fîrarî 7 ji wan dibe ku li Sûriye hatibin kuştin.

Parêzerê mexdûran, der barê nivîsa TEM’ê de 14 rûpel nivîs şand ji dadgehê re û wiha got: “Di nivîsa midûriyeta polîsan de agahî û nivîsên berê hene. Polîs agahiyan vedişêre. Li Tirkiye doza herî mezin a komkujiyê ye. Lê bi nivîsa sersariyê paşguh dike û ji ser serê xwe davêje.  Lê Midûriyeta Polîsan jî di nivîsê de anî ziman ku Hasan Huseyîn Ûgûr, Nusret Yilmaz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Kasim Dere, Muhammed Zana Alkan û Denîz Buyukçelebe ên fîran in dibe ku li Sûriye jiyana xwe ji dest dabin û agahiyên îstihbarî yên têkildarî mirina wan heye. Parêzerê mexdûran jî anî ziman ku ji kesên tê gotin hatine kuştin Kasim Dere û Muhammed Zana Alkan wekî ku miribin hatiye nîşandan û ev hiş hatiye avakirin. Lê tê gotin ku ji bo ev kes karibin bi hêsanî tev bigerin hişekî wisa hatiye avakirin. Em dixwazin bi rêyên dîplomatîk DAIŞ’iyên di lîsteya miriyan ku ji aliyê DYA ango Hêzen Koalisyonê de bi bombebaranê û êrîşên drone hatin kuştin de cih digirin bên xwestin û zelalkirin.”

Gumanên li ser nivîsa îstîxbaratê

Li aliyê din ev rapora Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê şik û gumanan bi mirovan dide avakirin. Gelo di encama hevalbendiya Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê de pilanên komkujiyên nû tên kirin? An jî desthilatiya AKP’ê ku di hilbijartinê 31’ê adarê yên xwecihî de ku bi dehan şaredarî  winda kir niha serî li rêbazekî bi vî rengî yên wekî beriya hilbijartinên 1’ê mijdara 2015’an dide? Di wê pêvajoyê de jî li Pirsûs, Dîlok, Amed û Enqerê bi destên çeteyên DAIŞ’ê û hevkariya dewlet û desthilatiya AKP’ê komkujî pêk hatibûn.  ENQERE

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar