Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Qamişloyê li dijî kuştina jinan meşiyan

Li Qamişloyê bi sedan jin bi pêşengiya Desteya Jin a Herêma Cizîrê li dijî kuştina jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan e jiyanê nekujin’ meşiyan û kuştina jinan şermezar kirin

Bi pêşengiya Desteya Jin a Herêma Cizîzê bi sedan jinên Qamişloyê, sazî û rêxistinên jinan û Kongreya Star bi dirûşma ‘Jin jiyan e jiyanê nekujin’ meşek li dar xistin û kuştina jinan şermezar kirin. Di meşê de pankertên bi nivîsên ‘Na ji Kuştina Jinan re’, ‘Em daxwaza mafê Hêlîna Omerî dikin’, ‘Civakek ku jin were kuştin wê azad nebe’ û ‘Na ji tundiya li ser jinê’ hatin hilgirtin. Meş ji pêşiya navenda UN dest pê kir û heta Baxçeyê Helebçeyê berdewam kir.

Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rîhan Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji dîrokê heta niha hişmendiya baviksalarî her dem jinan kiriye qurban û wiha hat gotin: “Her dem hewl daye ku jin bê pişaftin. Lê tevî van hemû kiryaran jin her tim bi têkoşîn û berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xistiye. Vaye mînaka herî mezin jî şoreşa rojavayê Kurdistanê ya ku bi tîpên zêrîn serkêşiya wê jin kiriye. Divê em hemû sazî li dijî zordestiya li ser jinê li ber xwe bidin. Em jî wek tevgera jinan van kiryaran şermezar dikin û em soza mezinkirina têkoşînê didin.”

Her wiha piştî daxuyaniyê meş bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar