Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê rojhilatê Kurdistanê re, alîkarî şandiye. Di daxuyaniyê de bang li hemû kurdistanî û dostên wan hat kirin ku ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê Rojhilat re alîkariya madî bikin
Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê îsal baraneke zêde bariya û vê jî rê li ber karesata lehiyê vekir. Di encama karesata lehiyan de gelek bajar, navçe, bajarok û gund di bin avê de man. Ji ber lehiyan hema hema hemû rêyên di navbera jîngehan de xera bûn, gelek avahî rûxiyan û zêdetirî 200 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê gelê kurd ên li parçeyên din û dîasporayê ji bo piştgiriyê kete nava liv û tevgerê.
Bi heman boneyê Heyva Sor a Kurdistanê jî gelek alîkarî kom kir û ji gelê rojhilatê Kurdistanê re şand. Têkildarî mijarê Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber lehiyê gelê rojhilatê Kurdistanê zirareke mezin dît û wan jî weke gava destpêkê, 250 hezar euro alîkarî şandiye.
Bîlançoya karesata lehiyê
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber lehiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek bajar, navçe û gund di bin avê de man û zêdetirî 200 welatiyan jî jiyana xwe ji dest daye. Heyva Sor a Kurdistanê daxuyand ku bi dehhezaran xanî û avahî wêran bûne û bi sedhezaran welatî di rewşeke metirsîdar de ne û gelê Rojhilat li benda alîkariyê ye.
Bang li kurdistanî û dostên wan kir
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha bi dawî bû: “Me jî weke Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriya bi xelkê Rojhilat re, alîkarî şand. Ev alîkarî dê ji aliyê komîtêyên Heyva Sor ve li mexdûrên lehiyê bê belavkirin. Ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê rojhilatê Kurdistanê re me di 4’ê nîsanê de kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya hîn didome. Em bang li hemû kurdistanî û dostên wan dikin ku destekê bidin gelê Rojhilat û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya madî bikin.”