Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Malbatên şehîdan li ber navenda Rûsyayê çalakî pêk anîn

Malbatên şehîdên Efrînê li dijî helwesta Rûsyayê ya li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta tirk ve çalakiyeke protestoyî li ber avahiya navenda Rûsyayê ya lihevkirinan li dar xist

Bi hezaran malbatên şehîdên Efrînê yên ji ber hovîtiya dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê neçar man li Efrînê derkevin û li Şehbayê bi cih bibin, li ber avahiya navenda Rûsyayê ya lihevkirinan çalakiyeke protestoyî li darxistin û hewlseta Rûsyayê ya der barê parçakirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kirin.

Malbatên şehîdan li ber kampa Berxwedanê kom bûn û ber bi navenda Rûsyayê ya lihevkirinan a li gundê Wehşiya ve meşiyan.

Xwepêşandêran li ber navenda Rûsyayê ya lihevkirinan sekinîn. Paşê şandeyek ji malbatên şehîdan gulên reş li ber deriyê navendê danîn ku nîşandeya şermezariyê ye.

‘Em dixwazin dagirker ji axa me derkevin’

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan endama Komîteya Dada Civakê ya Efrînê Şaziya Îbrahîm axivî. Îbrahîm êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bi erêkirina Rûsya pêk hat şermezar kir û wiha got: “Ji kuştina sivîlan re êdî bes e, em dixwazin dagirker ji xaka me derkevin û ev em li Efrînê vegerin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku gelê Efrînê amade ye bi canê xwe Efrînê û herêmên dagirkerî rizgar bikin.

Peyam ji Rûsyayê re şandin

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed axivî û wiha got: “Rûsya qaşo ji bo parastina Sûriyeyê ji helwdanên parçebûnê hatiye, lê di nav gundên Efrînê de dîwar têne çêkirin.”

Mihemed anî ziman ku malbatên şehîdan wê parçebûnê qebûl nekin û diyar kir ku beriya niha wan 3 peyam ji Rûsyayê re şandine û xwestine Tirkiye ji Efrînê bê derxistin.

Gel parçebûna Sûriyeyê naxwaze

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Elî jî ev tişt anî ziman: “Malbatên şehîdan parçekirina Sûriyeyê qebûl nakin û dê heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bibin. Divê Rûsya li pêşiya şehîdên xwe yên ku li Stalin Gran li hemberî Hîtlerê şer kirine, şerm bike, ji ber ku gelê Efrînê li hemberî Tirkiyeyê li ber xwe didin heta serkeftinê bi dest bixin.”

Her wiha hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Mustefa binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir û bang li aliyên Sûriyeyê û yên herêmî kir ku helwesta xwe ji zêdegaviyên Tirkiyeyê re zelal bikin.

Piştî axaftinan nûnerê navenda Rûsyayê ya lihevkirinan li gundewarên bakurê Helebê soz da ku ew ê peyaman şêniyan bigihînin rayedarên Rûsyayê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên banga derxistina dagirkeran ji herêmê û vegera li Efrînê bi dawî bû. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar