Faşîzma R.Erdogan di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de derbeya yekemîn xwar. Di hilbijartina 31’ê adarê de jî derba duyemîn xwar.
Di hilbijartina partalamento ya 7’ê hezîranê de, hem derb xwar û hem jî hikûmeta wî ket. Niha jî derbek mezintir xwariye û weke xaniyê ku stûnên wî qelişî be û bi lez ber bi xerabûnê ve diçe lêhatiye. An jî weke meriyê mîrkut li pişta wî ketibe û êdî nikaribe bi ser xwe ve were û xwe rast bike lêhatiye.
Bêguman ev her du derbe jî, ji kurd û kurdistanî û hevalbendên wan xwariye. Jixwe rêveberên HDP’ê, berê 31’ê Adarê gotibûn “em ê li Kurdistanê bi ser bikevin û qeyûmên wan bi ser wan ve bişînin. Her wiha em ê li metropolan jî pişta faşîzma wan bişikînin û ger şaredarên metropalan ên li dijî faşîzma Receb û Devlet were qezenc kirin, bila zanibin ev serkeftina wan bi saya hilbijêrên HDP’ê ne.”!
Ev derbeyea duduyan mezintir e, çima?
Ji ber ku Receb di ya ewil de dikaribû bi tena xwe hêza hemû dewletê bide xebitandin û hinekî jî bi alikariya CHP’ê ya bi zanebûn an nezanbûn, hilbjiratina ewil da rawestandin û ya 1’ê Mijdarê pêkanî û bi kotekî desthilatiya xwe li ser pêyan ragirt.
Lê vê carê, ji ber ku êdî zanibû bi tenê nikare xwe li hemberî hêza dijberî xwe ragire, hêza MHP’ê ya Devlet jî hilda cem xwe û bi faşîzmek aşkeratir, pêl hemû zagonên dewleta xwe jî kir, lê dîsa nikaribû desthilatdariya xwe li ser pêyan ragirta. Herî dawiyê roja çarşemê bi ketina Stenbolê re jî, êdî hêdî hêdî pêjna zengilê mirina wî tê.
Ji aliyê din ve tê gotin ku dewletên, ew weke projeyekê derxistin bazara siyasetê û ew kirin desthilat li ser dewletê, fîşa wî ya jiyanê kişandine. Dibe ku ev rast be jî lê fîşkişandina rast ne ya bi destên hinek dewletan e, belê ya bi destê gelan e ya li ser encama têkoşîna gelan e.
Dibe ku fîşkişandina bi destên biyaniyan bi tenê mirina wan nêzîktir bike, lê bi bingehîn nabe serkeftineke demokratîk a rasteqîne ya domdar û mayînde û asûde.
Lewma divê hêvî û baweriya me bi hêza me be, ya rast ev e.
Wisa diyar e R.Erdogan ketiye nava tirs û xofek gelek mezin. Ger netirse, divê mirov ji diyalektîk û zanistê gumanan bike.
Ma gelo ketina Seddam bi çavê serê xwe nedît?
Ma niha ketina “dost” û birayê xwe Omer El Beşîr nabîne? Her wiha birayê xwe yê berî vî ya Mihemmed Mursiyê Misrê yê Ixwan El Mislimîn nedît ku çawa ji desthilatiyê anîn xwarê û niha weke Beşîr di zindanê de ye?
Weke gotinên pêşiyên kurdan; ma “ketina kerê” an jî “ketina gayê reş li ber çavên xwe nabîne”?
Jixwe mînaka Şahê Îranê hîn nehatiye jibîrkirin! Her wiha mînaka Husnî Mubarek jî!
Gelo bawer dike ku hevalbendiya Putîn û Ruhanî ya li gel wî, ji dil e?
Ez dibêjim na. Yek jî baweriya wî bi yê din nîne. Her wiha her sê jî zanin nikarin hevdu bixapînin. Ê baş e le ew gotinên wan ên gilover ji bo hev dikin û pesindariya hev didin ji bo çi ye? Her sê jî zanin ku derewan li hev dikin. Bi tenê ji bo raya giştî ya xwe ya hundir welatê xwe bixapînin, dikin.
Ger li Stenbolê, hilbijartinan ji nû ve bikin jî, ez bawer dikim ew ê nikaribin bi ser bikevin Receb û Devlet. Ji ber ku ew tirs û pereyên wan nema weke berê dikare li ser gel bi bandor be.
A herî giring jî, êdî gelên Tirkiyeyê ji HDP’ê û bi giştî ji têkoşîna Tevgera Azadiyê curetekî hêja girtine û ev wêrekî dibe îrade, dibe hêz. Ev hêz ew ê faşîzmê bişikîne û hilweşîne.