Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bêdengî mirin e

Zîhniyeta baviksalarî jin her dem kiriye amûra kirîn û firotinê. Lê hêvî û meşa azadiyê ya li dijî desthilatdaran tu carî bi dawî nebûye û ew ê bidome

Nivîskara ajansa JINNEWS Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de têkildarî qetilkirin, tecawiz, îstîsmara zayendî ya li dijî jinan û li hemberê van kiryarên kirêt têkoşîna jinan nivîsandiye. Tevahiya nivîsa Şêxo wiha ye:

“Roj bi roj li cîhanê û gelek welatan bûyerên qetilkirin, tecawiz, îstîsmara zayendî ya li dijî jinan zêde dibin. Mixabin li dijî vê yekê tedbîrên mezin nayên girtin û xebatên berfireh nayên kirin. Kesên ku îstimarê û tundiyê dikin an cezayên wan tên sivikkirin an jî serbest tên berdan. Li welatên ku dibêjin em mafê jinê diparêzin û jin ji bo civakê girîng e jî tundî û zordestiya li dijî jinan didomin.

Gelo mirov çima ji xwe napirsin û nabêjin ji bo çi her kêlî, roj û di her quncikan de jin tên qetilkirin, revandin, tecawizkirin? Gelo çima civakê her jin wekî namûs ji xwe re dîtiye û pejirandiye? Çima malbat û civak bi tevahî hember azadiya jinê dibin asteng û rê li ber pêşketina wê digirin? Desthilatdar ji bo hebûna xwe her dem jinê wekî asteng dibîne. Çimkî dizane ku jin hişyar be civakê jî hişyar be û ew ê civakê nikaribe bike kole. Zîhniyeta baviksalarî jin her dem kiriye amûra kirîn û firotinê. Lê hêvî û meşa azadiyê ya li dijî desthilatdaran tu carî bi dawî nebûye û ew ê bidome.

Nêta mêr a li dijî jinê diyar e. Mêr tenê dixwaze berjewendiyên xwe pêk bînin. Lê jin ne wiha ne. Jin ne ezezok in. Jin dixwazin di navbera jin û mêr de cudatî tune be û kesayetek azad û demokratîk bê avakirin. Jin bi têkoşîna xwe her dem dixwaze azadî pêk were û koletî bi dawî bibe. Bi taybet li Rojhilata Navîn kîn û helwesta li dijî jinê ne baş e. Mînakek tecawizê ya li Pakistanê vê yekê radixîne pêş çavan. Li bajarê Oş Şerîf ê Pakistanê ji ber ku jinek navê xwe nabêje bi tecawizê rû bi rû dimîne û dema ku jina bi tecawizê rû bi rû ma dixwaze tecawizkar gilî bike vê carê ji aliyê polîsan ve bi tecawizê rû bi rû dimîne. Polîsên ku tecawiz pêk anîn, vîdeo kişandin û jin tehdît kirin. Lê ew jin bêdeng nema polîs deşîfre kir û hatin girtin.

Jinên ku dîwarên bêdengiyê hildiweşînin dikarin ê koletiyê jî bişkînin û li dijî zordestiyê derkevin. Heta jin fedî bikin û ji heqê xwe neyê der dê her dem bi çewisandinê rû bi rû bimîne. Loma bêdengî mirin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar