Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

HDP’ê ji bo Şemzînan û Bajirgê îtîraza awarte kir

HDP ji bo encama hilbijartina Şemzînan û bajaroka Bajirgê yên Colemêrgê îtîraza awarte kir û xwest hilbijartin bên nûkirin

HDP a Colemêrgê, têkildarî encama hilbijartina 31’ê adarê ya bajaroka Bajirgê û navçeya Şemzînanê yên Colemêrgê îtîraza awarte kir. HDP’ê di daxwaznameya îtîrazê ya ku dan Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de wiha got: “HDP li Şemzînanê 3 hezar û 303, AKP jî 3 hezar û 447 deng girtin. 154 deng ferq di navbera wan de hene. Li Şemzînanê li 8 navnîşanên cuda bi giştî hezar û 976 hilbijêr hatine qeydkirin. Li gel ku beriya hilbijartinê ev yek hatiye îtirazkirin jî bêyî li gorî zagonan tev bigerin bi biryarê ve girêdane. Li Bajirgê jî heman rewş derbasdar e. Li navçeya Bajirgê jî li 6 navnîşanên cuda qeydên 691 hilbijêran hatiye tespîtkirin. Di hilbijartinê de li Bajirgê AKP 915 deng û HDP’ê jî 838 deng stendine. 77 deng ferq di navberê de heye.”

HDP di berdewama daxwaznameya xwe de ev tişt anî ziman: “Îktidarê ji bo li navçeya Şemzînanê û bajaroka Bajirgê li cihê biçûk hilbijartinê bi dest bixe, polîs û esker jî di nav de gelek hilbijêr sewq kir. Me ev yek tespît kir. Dema hêjmara hilbijêrên Şemzînanê ya hilbijartina 24’ê hezîranê li ber çavan bê girtin, tê dîtin ku beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî hilbijêr hatine veguhestin. Ev yek bi organîze hatiye kirin. Ferqa di navbera HDP û AKP’ê de 154 deng in. Ji ber vê yekê partiya me li ser van xisûsê ku me bal kişandiye ser der barê encama hilbijartinê de pir bawer e û wê heta dawî li ser raweste. Ger ku hiqûq li ber çavan bê girtin û hilbijartin bê nûkirin teqez partiya me wê bi ser bikeve. Ji ber ku li Şemzînanê di navbera namzetan de 154 deng û li Bajirgê jî 77 deng hene. Ji ber vê yekê em dixwazin qeyda hilbijêran bê lêkolînkirin û qeyda wan çiqas derbasdar e ya na li ber çavan bê girtin. Di encame de divê hilbijartina Şemzînan û Bajirge bê nûkirin.”  COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar