PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Endamên ESP, SKM û SGDF’ê ji bo piştevaniyê dest bi grevê kirin

Endamên ESP, SKM û SGDF bi boneya piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin

Endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) bi boneya piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan didome bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Saziyan bi dirûşma ‘Dawî li tecrîdê bîne û dest bide Leylayê’ çalakiya xwe li dar dixin. Nûnerên saziyan li Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Lîmter-Îş Kamber Saygili, Hevserokê SGDF’Ê Okan Danaci, Berdevka SKM’ê ya Bajêr Ezgî Bahçecî, Platforma Dengê Girtiyan û Bêmirinan (OTSP), xizmên girtiyan û gelek kes beşdar bûn.

Endama OTSP’ê Hêlîn Yilmaz daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven 163 roj in di greva birçîbûnê de ye û li gel Guven parlamenter Tayîp Temel, Dersim Dag, Murat Sarisaç û li girtîgehan û li gelek welatên cîhanê bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Ji bo tecrîd rabe li ber xwe didin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaz bi milyonan e. Bi hezaran însan ji bo mafê herî hiqûqî û însanî pêk were di grevê de ne.”

Bêdengî rê li ber mirinan vedike

Yilmaz anî ziman ku bêdengî û xemsarî mayîn rê li ber mirinan vedike û wiha domand: “Vê berxwedanê bi pêşengiya îradeya jinê dest pê kir. Greva birçîbûnê û tecrîd tenê ne rojeva gelê kurd e. Em wek ESP, SKM û SGDF’ê ji roja ewil ve dibêjin ‘Leyla Guven mafdar e û bila tecrîd rabe.’ Li her cihê em lê ne ji bo tecrîda sûcê mirovahiyê rabe têdikoşin. Em bi bawer in û em ê bi serkevin.”

‘Êdî kêr gihiştiye hestî’

Wekîlê Serokê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku êdî kêr gihiştiye hestî û ev tişt anî ziman: “Dema axaftinê xelas bûye. Li vê erdnîgariyê li ser bedena mirovan tecrîd pêk tê. Hevrêya me Leyla Guven rê vekir û bi hezaran kes di vê rêyê de dimeşin. Ev peyam têkoşîna li dijî faşîzmê ye û di heman demê de jî bangek e. Ev têkoşîndayîna însanbûnê ye. Em bang li yên demokrasiyê dixwazin dikin ku bikevin tevgerê.”

Her wiha greva birçîbûnê ya dorveger dê ji 3 rojan carek biguhere û 9 rojan berdewam bike. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar