Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirina mafan a 2018’an bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di nava 2018’an de 32 jê zarok bi giştî 673 mirov hatin kuştin. Peywirdarên fermî 4 hezar û 513 caran îşkence li mirovan kir. Nêzî 10 hezar mirov hatin binçavkirin û hezar û 107 kes hatin girtin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora 2018’an a Tirkiye li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi raya giştî re parve kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Turkdogan beriya raporê aşkera bike geşedanên dawî nirxand û wiha got: “Li Tirkiye binpêkirina mafan zêde ye. Divê hikûmet bi lez gavan bavêje. Divê hikûmet gavên paqijkirina rê bavêjin û rê vekin. Dîsa divê teqez niqaşên Makeqanûna Bingehîn bîne rojevê. Ji bo vê yekê jî divê pêvajoya nû ya aştiyê bê destpêkirin. Ev pêvajo jî bi rakirina tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”
Piştî axaftinê Turkdogan rapor wiha aşkere kir:
Mafê jiyanê
- Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê di sala 2018’an de 20 ji aliyê polîs û eskeran ve hatine kuştin. 15 kes birîndar bûne. Li ser sînor 10 kes bi guleyên ne diyar hatine kuştin. 41 kes birîndar bûne. Di şerê çekdarî de 107 esker, polîs û cerdevan hatine kuştin. 391 mîlîtan, 4 jê sivîl bi giştî 502 kes hatine kuştin. Di vê serdemê de 236 esker, polîs û cerdevan birîndar bûne. 6 mîlîtan û 4 sîvîl bi giştî 246 kes birîndar bûne. Esker û polîsan bi maşîneyên zirxî 7 kes kuştin û 26 kes jî birîndar kirin. 3 kes bi mayîn û teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan. 22 kes birîndar bûn. Li Girtîgehan 23 kes û di bin çavan de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 10 kes li eskeriyê bi awayekî şik hatine kuştin. Li gorî Meclisa ÎSÎG’ê hezar û 923 karker hatine kuştin. 39 jin bi îdîaya întihar kiriye jiyana xwe ji dest dane. 320 jin jî bi tundiya mêr hatine kuştin. 18 jinên hewl dan întîxar bikin birîndar bûne. 832 jin jî ji ber tundiyê birîndar bûne. 21 zarokan întîhar kiriye. 51 zarok hatine kuştin. 502 zarok rastî tundiyê hatine. 44 zarok li dibistanê rastî tundiyê hatine.
Muameleya xerab
- 356 kes rastî lêdanê hatine. 246 ji xeynî binçavan rastî lêdanê hatine. 2 hezar û 598 kes di mudaxaleyên polîs û eskeran de bi giştî 2 hezar û 719 kes rastî îşkenceyê hatine. Hezar û 149 kes li girtîgehê rastî îşkenceyê hatine. 160 kes rastî zordariya sîxuriyê hatine. Di civîn û daxuyaniyan de polîsan mudaxaleyên pir hişk kirine. Êrîş vegeriya ye asta îşkenceyê. 28 kes bi zorê hatine revandin û piştî rastî îşkenceyê hatine serbest hatine berdan. 160 kes hem di bin çavan de û hem jî li derve rastî îşkence û sîxuriyê hatine.
- Di pêvajoya OHAL’ê de li girtîgehan binpêkirina mafan, îşkence û cezayê hucreyan zêde bûye. Girtî rastî lêgerîna tazî, li ser pêyan jimartinê hatine. Dîsa rastî lêdanê hatine. Girtî rastî sûcdariya “Terorîst” hatine û li gorî vê yekê muameleya xerab bi wan re hatiye kirin. Girtî di odeyên yekkesî û şertên îzolasyon/tecrîdê de mane. Ev zexta li ser girtiyan didome.
- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzerên xwe re ji 11’ê Îlona 2016’an û 12’ê Çileya 2019’an û şûnde tu carî bi malbatê re bi tu awayî hevdîtin pêk neanîye û tenê 2 caran bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiriye. Şertên tercîdê didome. Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Dema sewqî saziyên tibê dikin destê wan kelepçe dikin û rastî muameleya xerab tên.
- Dîsa li gorî daneyên ÎHD’ê yên 7’ê nîsana 2019’an bi giştî 458 girtiyên nexweş hene. Girtî di rapora tenduristiyê de pirsgirêkên pir mezin dijîn. Li girtîgehan herî kêm 23 girtiyan bi awayekî şik jiyana xwe ji dest dane. Li gorî serlêdanên ÎHD’ê herî kêm hezar û 149 kes rastî muameleya xerab hatine. 2 hezar û 885 kes ji rastî binpêkirinên mafên ragihandin, tenduristi û civakî hatine. Bi giştî 4 hezar û 034 kes mafên wan hatiye îhlalkirin.
- Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê, hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi grevê kiriye û li 86 girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 3 hezar girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdêm û bêdorveger de ne.
Pirsgirêka kurd
- Îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên ji dil navêje. Pişti hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an şerê çekdarî hatiye destpêkirin û ji wê demê heta niha binpêkirina mafan zêde bûye. Di vê pêvajoyê de kolan hatine qedexekirin û li jêrzemîna avahiyên Cizîrê 130 û 189 kes jiyana xwe ji dest dane. Her çend malbatan serlêdana sûc kiribe jî der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Di cotmeha 2018’an de 120 kesan gilî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê kirine. Dozger der barê 72 serlêdanên sûc de biryara bêşopandinê dane û tu lêpirsîn nedaye destpêkirin.
- Li herêmê 43 caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Mafê yek milyon û 809 hezar kesan bi awayekî keyfî hatiye binpêkirin. Li şûna 99 hevşaredaran qeyûm hatiye tayînkirin. 50 hevşaredar hatine girtin. Hevserokê HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û li gel wî 16 parlamenter hatine girtin. DMME di 20’ê mijdara 2018’an de biryara berdanê da, lê dîsa hêj girtî ye.
- Bi KHK’ê serdema OHAL’ê 178 saziyên medya hatine girtin. 133 rojname û saziyên weşanê rastî ceza hatin. 171 xebatkarên çapemeniyê girtî ne.
- Konseya Yekîneya Tabibên Tirk (TTB) di 24’ê Çileya 2018’a de ji ber şer şermezar kirin hatin binçavkirin. 5 endamên KESK’ê bi KHK’ê hatin îxrackirin û pêvajoya darizandinê didome.
- Di 16’e mijdara 2018’an de 13 akademisyen û parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin û 12 hatin berdan û Yîgît Aksakoglu hat girtin. Karsaz Osman Kavala û Yîgît Aksakoglu hêj girtîne.
- Bi fermana walîtiyê li 25 bajaran mafê çalakî û xwepêşandanan hatiye qedexekirin. Polîsan di çalakiyan de bi giştî 849 caran mudaxaleyî çalakiyan kiriye.
Îhlala mafê jinan
- 39 jin neçarî întîharê mane, bi giştî 359 jin hatine kuştin. 823 jin rastî tundiyê hatine. Li gorî daneyên fermî bi deh hezaran jin rastî tundiyê hatine. Jinan tevî hemû qedexe û astengiyan di 8’ê Adarê de daketine kolanan û pîrozbahî pêk anîne. Walîtiyê mafê çalakiyê yên li Wan, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Colemêrg, Elezîzê qedexe kiriye. Li Enqere, Tekîrdag, Kocaeliyê di mudaxaleya polîsan de herî kêm 31 jin hatine binçavkirin.
-Walîtiya Mêrdînê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya jinan qedexe kiriye. ENQERE