Bernameya Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7’emîn ku îsal bê lidarxistin aşkera bû
Şanoya Bajêr a Amedê îsal 7’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê li dar dixe. Bernameya mîhrîcanê aşkera bû. Mîhrîcan bi dirûşma “Heqîqet azad dike” dê di navbera 26’ê nîsanê û 5’ê gulanê de bê lidarxistin. Mîhrîcan dê di 26’ê nîsanê de bi lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê bike. Dê komên şanoyê ji Amed, Wan, Stenbol û Mahabadê beşdarî mîhrîcanê bibin.
Di çarçoveya mîhrîcanê de wê workshopa ya bi navê “Hêzên Azad ên Palyaço” ku Ezgî Keskîn derhêneriya wê dike jî bê lidarixstin. Wê Salona Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê malovaniya mîhrîcanê bike.
Şanoya Bajêr a Amedê her wiha mîhrîcana îsal diyarî bîranîna şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li gel wan dixebitî û sala par jiyana xwe ji dest da kir.
Bernameya mîhrîcanê wiha ye:
- 26’ê nîsanê roja înê saet 19.00: Tenê ez
- 27’ê nîsanê roja şemiyê saet 15.00: Tenê ez
saet 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)
- 28’ê nîsanê roja yekşemê saet 19.00: Mal be kol
- 29’ê nîsanê roja duşemê, Zargotin zêrgotin e
- 30’ê nîsanê roja sêşemê saet 19.00: Kozik
- 1’ê gulanê roja çarşemê saet 19.00: Zabel
- 2’yê gulanê roja pêncşemê
saet 15.00: Zabel
saet 19.00: Serûbin (Altust)
- 3’yê gulanê roja înê
saet 15.00: Serûbin (Altust)
saet 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad
saet 19.00: Teyba dawî ya krapp
- 4’ê gulanê roja şemiyê
saet 15.00: Ji akademiyê re raporek
saet 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
- 5’ê gulanê roja yekşemê saet 19.00: Tartuffe AMED