Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Lîstikên civîna Astanayê

Di pêşengiya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de pêvajoya Astanayê bi hemû girîngiya xwe berdewam dike. Ger mirov di vê pêvajoyê de rewşa her sê welatên ku ji civîna Astanayê re pêşengtiyê dikin mêze bike, mirov bi awayekî aşkera bibîne ku ev civîn ji bo van welata tê çi wate ye.

Li Astanayê 11 caran bi înîsiyatîfa Rûsya, Îran û Tirkiyeyê civîn hatin lidarxistin. Ev civînên ku perspektîfa çareseriya Sûriyeyê kom dibûn heya niha encamek erênî bi dest nexistiye. Lê her sê welatên ku beşdarî civînê dibin, li gor rewşa xwe ya siyasî dixwazin hebûna xwe jî li herêmê xurt bikin.

Di vê pêvajoya civînan de armanca Rûsyayê ya yekem ew bû ku, grûbên terorîst ên bi Tirkiyeyê ve girêdayî bi pêvajoyekî dîplomatîk ve wan têxe bin berpirsyariya Tirkiyeyê. Ev yek ji bo Rûsyayê serkeftinek e. Tirkiye di civîna Astanayê de qebûl kir ku ew hamiyên (xwediyê) van grûbên terorîst e. Lewma ji bo grûbên terorîst ji Helebê derkevin Rûsya li şûna bi grûbên terorîst re rûnê bi Tirkiyeyê re rûnişt û ev pêvajo wisa meşand. Piştre gelek grûbên li Gûta, Qunetras û Sweyda li dijî Rûsya û rejîmê şer dikirin hemû teslîm bûn û derbasî herêmên mîna Cerablûs, Bab, Azaz û Îdlîb ên ku di bin kontrola Tirkiye û grûbên bi wê ve girêdayî ne bûn.  Lewma armanca yekem a Rûsyayê ew bû ku Tirkiye qebûl bike ku ew berpirsyarê grûbên terorîst ên li Sûriyeyê ne û van grûban li gor dixwazê kom bike. Di qonaxa yekem de Rûsya di van civînan de gihaşt armanca xwe.

Di civînên Astanayê de armanca Rûsyayê ya duyemîn jî ew bû ku, wek em dizanin Kurdistan di navbera Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê hatiye parvekirin û bûye çar perçe. Rûsya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê bi pirsgirêka kurd ve dide tirsandin an jî fobiyên wan ên di derbarê kurd de di pêvajoya Astanayê de ji xwe re wek kozekî kêrhatî bi kar anî. Lewma Rûsya di civînên Astanayê de ev welat bi statûya kurd ve dan tirsandin. Ji ber vê yekê di van civînên ku li Astanayê tên derbaskirin Rûsya wek dixwest pêvajo da meşandin û tişta ku dixwest bi van welatan da qebûlkirin. Lewma mirov dikare bêje di vê pêvajoya cîvên Astanayê de Rûsya gihişt armanca xwe ya duyemîn jî.

Niha bi taybet piştî îradeya kurda li Rojava serkeftin bi destxistin û şûn ve li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî stêrka kurdan êdî diteyîse. Bi van serkeftinan ve îradeya derket holê êdî li herêmê xwedî rolekî sereke ye. Ev ji hêla hêzên navnetwî ve jî tê dîtin û gelek hêzên mezin li herêmê bi kurda re di nav hevkariyekê de kar dikin. Gelek hêzên li herêmê xwedî berjewendiyên mezin in jî îro dixwazin xwe nêzî kurda bikin. Ev yek tirs û xofa Tirkiye û Îranê pir pir zêde dike. Rûsya jî vê yekê baş dizane û li ser vê dileyze.

Niha dixwazin pêvajoya Astanayê bikin wek pêvajoya Cezayîrê. Yanî hemû hewldanên Tirkiye û Îran ew e ku li herêmê kurdan bi temamî bê statû û bê îrade hiştin e. Rûsya jî bi statukoya li herêmê daye avakirin ji bo di sedsala 21’emîn de berjewendiyên xwe yê herêmî biparêze dixwaze  “tehdîda kurd a li ser dewletên herêmê dide avakirin” bi kar bîne û wan hêza bi xwe ve bide girêdan. Bi vê re Rûsya dixwaze ji partnerê xwe re bêje mêze bikin li hember êrîşkariya Ewropa û Amerîkayê ji bo parastina berjewendî û statûkoya we yan jî ji bo di nav we de bê bandorkirina pirsgirêka kurd ez dikarim wek mezinekî we yan jî wek hêzekî kurewî rol bileyzîm. Li rexmî vê hûn jî polîtikayên min qebûl bikin. Lewma Rûsya li ser Tirkiye, Îran û Sûriyeyê bi bandor e. Di mijara Efrînê de çawa pêşiya Tirkiyeyê vekir, dîsa di mijara Îranê de jî hevkariya wan a stratejîk hîn berdewam dike û di mijara Sûriyeyê de jî ji bo rejîma Esad vegere hêza xwe ya bêrê Rûsya pirsgirêka kurd li ser van dewleta hem wek tehdîtekê hem jî wek şantajekê bi kar tîne. Hêzên herêmê pozîsyona Rûsyayê ya bi vî rengî dibînin. Lewma li hemberî daxwazên Rûsyayê Îran û Tirkiye dixwazin civînên Astanayê vegûhezînin Cezayîra duyemîn.

Ev civînên Astanatê yên haya niha ji derveyî bi gelê herêmê bide windakirin tiştek nedaye qezenckirin hîn bi hemû girîngiya xwe berdewam dikin. Wê di 24’ê nîsanê de 12’emîn civîna Astanayê yê bê derbaskirin. Piştî binketina DAIŞ û Erdogan cara yekem dê civîna Astanayê bê lidarxisitn. Lewma ev civîn wê ne mîna civînên din be. Pêwîst e siyaseta kurd vê civînê û bi taybet listîkên di van civînan de tên lîstin baş bişopîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar