Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Tûncel û Irmak: Berxwedan dê bi ser bikeve

Siyasetmedarên kurd Sebahat Tûncel û Selma Irmak ku li dijî tecrîdê ev 96 roj in di greva birçîbûnê de ne, di nameya xwe de diyar kirin ku dê berxwedana wan bi ser bikeve û şikandina tecrîdê bibe destpêka pêvajoyeke nû

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ev 96 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Tûncel û Irmak têkildarî berxwedana xwe peyam şandin.

Tûncel di peyama xwe de diyar kir ku ew bi hêvî ye ku ev pêvajoya berxwedanê ya ku gelek hevrêyên wê jin beşdar bûne û bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, bi ser bikeve û wiha got: “Îro polîtîkaya îzolasyon, tecrîd û ‘hiqûqa taybet’ li Îmraliyê di şexsê rêzdar Ocalan de tê kirin, li ser hemû gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn. Şikandina tecrîdê ne tenê ji bo gelê kurd dê ji bo gelên Tirkiyeyê jî bibe destpêka pêvajoyeke nû.”

Selma Irmak jî ev tişt parve kir: “Hemû cîhan, dost û dijmin baş dizanin ku rêzdar Abdullah Ocalan ne kesek e; gelek e, mafê netewa demokratîk, her kesê ku ji azadiyê, mafên mirovan, aştiyê bawer dikin û lêgerîna heqîqetê dikin e. Sîstema tecrîda mutlaq a li Îmralî ku 20 sal e tê kirin sîstema teslîmgirtin, çonkdanîn, cendereya li ser roja îro ya hemû civak û pêşerojê ye. Lê wê encam ne girtiye û dê encam jî negire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar