Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji gerîla derbên giran: Gelek leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên Bazîd, Şirnex, Colemêrg û li Sîdekanê li hêzên artêşa tirk xistine. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyan de gelek leşkerên dewleta tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî hêzên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li gelek deveran çalakiyên bi bandor pêk anîne û derbên giran li artêşa tirk xistine.

HPG’ê diyar kir ku di 19’ê nîsanê de hêzên wan saet di 13.00’an de di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome, li ser rêya Bazîd- Îdirê li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa tanzêr çalakî pêk anîne. HPG’ê daxuyand ku di çalakiyê de wesayît hatiye derbkirin û hêzên wan li leşkerên derdora wesayîtê jî xistine. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û dewleta tirk bi desteka gelek wesayîtên zirxî û ambulansan, kuştî û birîndarên xwe ji qadê birîne. HPG’ê ragihand ku piştî çalakiyê artêşa tirk herêm bi çekên giran bombebaran kiriye lê ziyan negihaştiye hêzên wan.

Kêmîn datanîn lê ketin kêmîna gerîla

Daxuyaniya HPG’ê wiha dom kir: “Di 18’ê nîsanê de jî yekîneya me ku li qada Eynik a Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bû, komeke kontra ku kêmîn datanî xist bin kontrola xwe. Piştre jî di heman rojê saet 18.00’an de jî lê xist. Hêzên me derbekî serkeftî li vê koma kontra dan lê nehat tespîtkirin bê ka di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend jê birîndar bûne. Piştî çalakiyê jî artêşa tirk qad topbaran û bombebaran kir û ji herêmê vekişiya. Tu ziyan negiha hêzên me.”

Li girên Lêlikan û Koordîneyê çalakiyên bi bandor

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 19’ê nîsanê saet di 13.00’an de li dijî artêşa tirk a li Girê Lêlikan a Sîdekan a li başûrê Kurdistanê, çalakiya sûîqestê pêk anîne û leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê wiha domand: “Piştî vê çalakiyê, hêzên me saet di 13.30’an de careke din Girê Lêlikanê kirin hedef û lê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk nehat tespîtkirin. Di heman rojê de hêzên me saet di 21.10’an de li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîne yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de gelek kuştî û birîndarên dijmin hene. Dê agahiyên der barê çalakiyê de piştre bi berfirehî bên parvekirin.”

Êrîşên hewayî

Di dawiyê de jî HPG’ê da zanîn ku di 20’ê nîsanê (îro) saet di 01.00’an de artêşa tirk Girê Şehîd Adil a li herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kiriye lê tu ziyan negihaştiye hêzên wan. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar