Li Srî Lankayê li 3 dêran û 3 otelan teqîn pêk hatin û herî kêm 129 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Srî Lankayê, Colomboyê û bajarên Negombo û Batticaloayê di saet 8:45’an de teqîn pêk hatin. Di teqînên ku li 3 dêr û 3 otelan pêk hatin de herî kêm 129 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku zêdetirî 400 kes ji birîndar bûne. Li gorî medyaya Lankayê sedema teqînan bombe ne.
Ji bo cejna Paskalya gelek Xiristiyan li dêran hatibûn cem hev. Hemû teqîn heman saetê de pêk hatin. Heta niha tu kes û hêzê berpirsyartiya teqînan negirtiye li ser xwe. COLOMBO