Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana greva birçîbûnê di roja 165’an de ye

Berxwedana greva birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bi dawîkirin hatiye destpêkirin di roja 165’emin de dewam dike

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destêkirin di roja 165’emîn de ye.

Di heman demê de li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê destpê kir di roja 152’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 126’emîn de didome.

Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 127 roj in berdewam dike. Piştî 1’ê adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 51’emîn de didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 105 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 97, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 105 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 54 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.  Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Li dijî tecrîdê 8 çalakiyên fedayî

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar