Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatên girtiyan: Zarokên me li ber çavên me dihelin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de got ku divê wezareta dadê li erka xwe xwedî derkeve û dawî li tecrîdê bîne. Malbatan diyar kir ku zarokên wan li ber çavên wan mîna findekî dihelin û banga xwedîderketinê li gelê kurd kirin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir, didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 165’an. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan her ku diçe girantir dibe û banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan jî kete roja 127’an.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Vedat Bektaş (20) e. Bektaş li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T ya Tarsûsê dimîne û ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Bektaş di sala 2017’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û 9 sal û 8 meh ceza lê hate birîn. Der barê rewşa Bektaş de bavê wî Saît Bektaş axivî û da zanîn ku di 15’ê nîsanê de bi kurê xwe re hevdîtin kiriye. Bav Bektaş diyar kir ku rewşa kurê wî û girtiyên di grevê de xerab e.

Muxatab wezareta dadê ye

Bav Bektaş destnîşan kir ku zarokên wan li ber çavên wan weke findekê dihelin û wiha dom kir: “Kurê min got; çi dibe bila bibe, mirin jî te de be çalakiya xwe dê bidomînin. Her wiha xwest ku wezareta dadê li gor qanûnên xwe tevbigere û tecrîdê bi dawî bike. Bang li gel jî kir ku bêdeng nemînin. Em jî bang li hemû kesan dikin ku bibin dengê çalakgeran. Muxatab wezareta dadê ye. Divê wezareta dadê erka xwe pêk bîne û pêşî li mirinan bigirin.”

Xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Girtiya bi navê Hediya Yayik (34) jî 79 roj in li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye. Yayik, di sala 2012’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hate girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê hate birîn. Têkildarî mijarê dayika Yayik, Hatûn Yayik anî ziman ku 2 hefte berê bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî ye. Dayika Hatûn diyar kir ku divê di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe û gel dengê xwe bilind bike.

‘Dema telefon lê dide ziravê min diqede’

Dayika Hatûn got ku dilê wê diêşe û mala wê ji wê re veguheriye zindanekê. Dayik Hatûn wiha dom kir: “Bedena min li malê ye lê ruhê min li zindanê ye. Kîjan dayik dixwaze ku li ber çavên wê, zarokên wê bimire? Êdî bese bila ev neheqî û bêedaletî bi dawî bibe. Dewlet xwe bêdeng dike. Lê aştî ne zehmet e. Bang li Emîne Erdogan dikim; tu jin î, zarokên te hene. Ma qey tu nafikirî bê ka dibe rojekê ev tişt bi serê te jî bên? Dema zarokên te birçî gelo dê xew bi çavên te bikeve? Yên ku xwedî wijdan divê bêdeng nemînin. Haya hemû cîhanê bi grevên birçîbûnê heye. Lê bêdeng in. Ez ji kurdên bêdeng re dilmayî me. Yên ku îro zilmê rewa dikin dê sibe zilm bi serê wan jî bê. Êdî bila daxwaza wan bê qebûlkirin. Her gava ku telefon lê dide ziravê min diqede.”

Banga xwedîderketinê kir

Girtiyê bi navê Muhammed Kaygusuz (27) jî ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê di greva birçîbûnê de ye. Kaygusuz ewil di 13 saliya xwe de hate girtin û di sala 2012’an de jî kete Girtîgeha Tîpa M ya Zarokan a Pozantiyê. Kaygusuz ji wê rojê ve 7 caran hatiye girtin û salek û 2 meh in jî di girtîgehê de ye. Dayika Kaygusuz, Zeynep Kaygusuz got ku kurê wê 10 kîloyan zeîf bûye. Dayika Zeynep diyar kir ku divê hemû kurd bibin yek û xwedî li berxwedana zindanan derkevin. Dayika Zeynep bi lêv kir ku tecrîd zilm û îşkence ye û di şexsê Ocalan de, li ser temamiya gelê kurd tê meşandin. Dayika Zeynep anî ziman ku ger tecrîd bi dawî nebe, weke malbatên çalakgeran ew jî dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar