Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Berxwedana me dê bi serkeftinê tacîdar bibe’

Girtiyên di greva birçîbûnê de bi rêya malbatên xwe peyam şandin. Girtiyan da zanîn ku êrîşên li ser wan giran dibin. Girtiyan daxuyand ku tevî hemû êrîşan jî dê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Girtiyan banga xwedîderketina li berxwedanê li raya giştî kir

Li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest pê kir, 127 roj li pey xwe hişt. Girtî bi rêyên malbatên xwe peyamên xwe bi raya giştî re parve dikin û banga xwedîderketina li berxwedanê dikin.

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Gîrîn Kinay (24) ku li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û bang li raya giştî kir. Kinay da zanîn ku ji roja destpêkê ya çalakiyê heta niha zextên li ser wan zêde bûne û vîtamîn kêm ji wan re tên dayîn. Kinay got ku ji ber vê sedemê gelek hevalên wan pir zeîf bûne û rewşa wan baş nîne.

Daxwazên wan zelal in

Kinay bi lêv kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî ew dê berxwedana xwe bidomînin. Kinay got ku daxwazên wan zelal in û wiha derbirî: “Dibe ku êrîş û zext zêde bin lê em ê berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Daxwaza me ew e ku gelê me xwedî li vê berxwedanê derkeve.”

Du birayên girtî di greva birçîbûnê de ne

Birayên bi navên Hamdullah û Kadîr Aydemîr jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Hamdullah Aydemîr ev 5 salin girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê û birayê wî Kadîr Aydemîr jî 6 salin girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê tê girtin. Birayê girtiyan Mehmet Aydemîr da zanîn ku çûye serdana birayê xwe Kadîr Aydemîr.

‘Divê her kes dengê xwe derxîne’

Mehmet Aydemîr destnîşan kir ku vîtamînan nadin girtiyên di grevê de û ev agahî parve kirin: “Kontrola wan a tenduristiyê jî nayê kirin. Birayê min di hucreya yekkesî de tê girtin û bi zorê pêdiviyên xwe pêşwazî dike. 14 kîloyan zeîf bûye û bi zorê derket hevdîtinê. Ji min re got; ‘êdî neyê hevdîtina din. Ez bi zorê derdikevim. Dibe ku nekarim derkevim hevdîtinê.’ Ji roja destpêkê ve di hucreyê de tê girtin. Ji bo ji hucreyê derkeve gelek caran daxwazname dan rêveberiya girtîgehê. Lê hîn di hucreyê de ye. Min ji bo vê mijarê serî li ÎHD’ê da lê hîna me tu encam bi dest nexistine. Li temamiya Tirkiyeyê bêdengiyeke mezin heye. Ger mirin çê bibin, berpirsyar ev civak e. Divê her kes dengê xwe li yê girtiyan zêde bike. Em amade ne ku her tiştî bikin.” ÎZMÎR – WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar