Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG: Li Çelê 12 leşker hatin kuştin û 3 jî winda ne

HPG’ê têkildarî çalakiya hêzên wan a di 19’ê nîsanê de li Çelê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku berevajî îdiayên TSK’ê, li Çelê di encama çalakiya hêzên wan de 12 leşker hatin kuştin, 10 leşker birîndar bûn û aqûbeta 3 leşkeran jî nayê zanîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya hêzên wan a di 19’ê nîsanê de li Çelê pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku hêzên wan di heman demê de li herêma Sîdekan a başûrê Kurdistanê jî çalakî pêk anîne.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 19’ê nîsanê saet di 21:10’an de li Çelê ya Colemêrgê avêtin ser leşkerên dewleta tirk ên li Girê Şehîd Bager ê li Girê Koordîneyê. HPG’ê kite kitên çalakiyê wiha parve kir: “Hêzên me ji 2 baskan ve li çeperên dijmin ên li ser gir xistin û ji cihekî nêz ve derbên giran li hemû  çeperan xistin. Hêzên me ketin nava çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên dijmin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiya serdegirtinê de 12 leşkerên dijmin hatin kuştin ku yek jê fermandarê li ser gir bû. Di çalakiyê de 10 leşker jî birîndar bûn. Her wiha 3 bataryayên obusê yên li ser gir ji aliyê hêzên me ve bi temamî hatin rûxandin. Di dema çalakiyê de gelek leşker ji çeperên xwe yên li ser gir reviyan. Aqûbeta 3 ji van leşkeran nayê zanîn. Winda ne.”

HPG’ê TSK derewand

Di berdewamê de jî HPG’ê ragihand ku hêzên wan di heman demê de li yekîneyên artêşa tirk ên li girên Koordîne, Şehîd Zekî û Petrotê xistine û wiha domand: “Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê heta saet 05:00’ê roja 20’ê nîsanê bi balafirên şer û çekên giran bombe li herêmê barandin. Agahiyên ku Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk  parve kirin, derew in.”

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan pêk anîn

Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk bi berevajîkirina rastiyan re hewl dide bîlançoya şer ji raya giştî veşêre û wiha pê de çû: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi afirîneriyeke mezin û rêbaza fedayîtiyê ev çalakî pêk anîn. Hewl didin vê têkçûna xwe ya di çalakiyê de veşêrin û bi weşandina nûçeyên bi îdiaya ‘windahiyên me yên giran’ dixwazin civakê bixapînin. Di van çalakiyan de ku ji bo bîranîna hevalên me yên dema dawî bi êrîşên hewayî şehîd bûn hate kirin û di bombebarana piştî wê de tu windahî ji hêzên me çênebûye. Hevalên me hemû bi rengekî serkeftî vegeriyane baregehên xwe. Bila gelê me ji nûçeyên sexte yên medyaya tirk bawer neke.”

Li Sîdekanê jî li artêşa tirk xistin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me di roja 20’ê nîsanê saet di 14:30’an de li herêma Sîdekanê ya başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Lêlikanê çalakiyek pêk anî. Ji 2 baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Her wiha 2 çekên bombeavêj, kamerayeke mobese û radarek li ser gir hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker danê êvarê bi obus û hawanan herêm bombe kir û bi piştgiriya helîkopterên êrîşê, leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir. Di heman rojê saet di 02:00’an de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zirar negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar