Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtiyên li Tarsûsê xwînê vedireşin

Girtiyên li Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê da zanîn ku rewşa gelek girtiyên di greva birçîbûnê de pir giran bûye. Hat ragihandin ku girtî Mûrat Karaaslan xwîn vedireşe û rewşa wî krîtîk e

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê yên tîpa T1, T2, T3 û li girtîgeha jinan 133 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Hat zanîn ku rewşa gelek girtiyan giran bûye.

Ji girtiyên li girtîgeha Tarsûsê 17 jê di 5’ê çileyê de ketibûn greva birçîbûnê. Li gorî agahiyan, rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de Mûrat Karaaslan ku li Kampusa T1’ê dimîne, giran bûye. Girtiyên bi Karaaslan re dimînin di hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re gotin ku ev demekî dirêje ku dermanên B1, B12 û B6 bandorek neyînî li ser wan dike.

Pir zêde kîlo dane

Girtiyan ragihand ku girtî bi zorê derdikevin hevdîtina telefonê û pir zêde kîlo dane. Hevalên Karaaslan ên qewîşê jî ev agahî bi malbatên xwe re parve kirin: “Rewşa hevalê me Mûrat Karaaslan gelek giran bûye. Karaaslan ev 107 rojin di grev birçîbûnê de ye. Rewşa wî giran bûye û xwîn vedireşe.”

Rewşa 3 girtiyan krîtîk e

Ji girtiyan Erdal Emeç ku tevî koma yekemîn ketibû greva birçîbûnê, bi lêv kir ku zextên li ser wan berdewam in. Emeç daxuyand ku encam çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe bidomînin. Emeç got ku rewşa 3 hevalên wan ên di koma yekemîn de dest bi çalakiyê kirin, pir giran bûye. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar