PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Srî Lankayê bîlanço giran dibe: 290 kes hatin kuştin

Li Srî Lankayê li dijî dêr û otêlan bi awayekî hemwext zêdetirî 8 êrîşên bombeyî pêk hatin. Li gorî agahiyan, hejmara welatiyên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 290’an. Her wiha zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn

Di roja yekşemê de li Srî Lankayê li dijî dêr û otêlan bi awayekî hemwext gelek êrîşên bombeyî pêk hatin. Hat zanîn ku hejmara kesên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane gihaşt 290 kesan.

Êrîş li dijî xiristiyanên ku ayîna Paskalyayê dikirin û tûrîstan hate kirin. Di nava çend saetan de li çar otêl û sê dêran teqîn pêk hatin. Srî Lanka piştî ku sala 2009’an bi dehhezaran kesên ji têkoşîna azadiyê ya Tamîl Eelamê qetil kir, ji wê demê ve nedibû hedefa êrîşan.

13 kes hatin binçavkirin

Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 290 welatiyan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûn. Bi giştî 8 teqîn çêbûn. Heta niha tu hêz an jî rêxistinan êrîş li xwe negirtiye. Hat ragihandin ku 13 kes ji ber teqînan hatine binçavkirin.

Bombeyeke din hate dîtin

Têkildarî kesên hatine binçavkirin polîsên Srî Lankayê agahî dan û destnîşan kir ku hemû kesên hatine binçavkirin ji heman koma radîkal in. Polîsan der barê koma ku qala wê tê kirin tu agahî nedan. Her wiha li cihekî nêzî balafirgeha sereke ya paytext Colomboyê bombeyek hate dîtin. Hate ragihandin ku bombe bi rengekî serkeftî hatiye îmhakirin. COLOMBO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar