Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Sûdanê Tevgera Gel nîqaşên bi artêşê re rawestandin

Li Sûdanê Tevgera Gel a desthilatdariya El Beşîr hilweşandî, ragihand ku nîqaşên bi artêşê re yên ji bo avakirina hikumeteke sivîl, sekinandine

Pêşengên xwepêşandanên protestoyî 21’ê nîsanê roja yekşemê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku nîqaşên bi artêşê re rawestandine û bang kirin ku çalakiyên ji bo avakirina hikumeketeke sivîl bên xurtkirin.

Li ser navê çalakgeran Muhammed El Amîn, li ber biryargeha artêşê ya li peytext Hartumê, li pêşberî bi hezaran kesî daxuyanî da wiha got: “Em, konseya leşkerî weke berdewameke rejîmê dibînin.”

Amîn bang li girseyê kir ku heta daxwazên wan pêk neyên çalakiyên xwe bidomînin. Gel, heta derengiya şevê çalakiyên xwe bi dirûşmeyên, “Azadî, aştî û edalet” domand.

Rayedarên leşkerî û lîderê Tevgera Civakî, roja înê li hev civiyabûn û biryar dabûn ku ev nîqaş û danûstandinên wan bidomin. Beriya wê jî hevdîtin pêk hatibûn.

General Burhan, dawiya hefteyê li ser ekranên televîzyonê ragihandibû ku amade ne desthilatdariyê dewrî gel bikin û dê di nava hefteyê de bersiv bidin daxwazên gel.

Protestoyên Sûdanê, 19’ê kanûnê bi nerazîbûna gel a li dijî zêdebûna buhayê nan bi sê qatan dest pê kiribûn. Omer El Beşîrî yê 30’ê hezîrana 1999’an bi darbeyê hatî ser desthilatdariyê, 11’ê nîsanê ji desthilatdariyê hatibû xistin. Artêşê dest danîbû ser rêveberiyê û Beşîrî binçav kiribû. HARTUM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar