Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Dêrikê sê girtiyên hatine berdan, çalakiya xwe li malê didomînin

Girtiyên ku hatine berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malên xwe didomînin. Mahsûn Şen 108 roj, Mûrat Aksin 39 roj û Gûrbet Ektîren jî 98 roj in di çalakiyê de ne

Li navçeya Dêrika Mêrdînê 3 çalakgerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dem li girtîgehê de bûn dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, piştî hatin berdan jî li malên xwe çalakiya xwe didomînin. Çalakiya Mahsûm Şen di roja 108’an, ya Gûrbet Ektîren di roja 98’an û ya Mûrat Aksîn jî di roja 39’an de didome.

Mahsûn Şen ê ku 108 roj in di greva birçîbînê de ye, di meha Hezîranê ya 2016’an li Dêrikê hat girtin û kirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Şen di 17’ê nîsanê de hat berdan û ji wê rojê û vir ve çalakiya xwe li mala berdewam bike. Şen ji ber pirsgirêka hilstendinê, bi zorê diaxive, gurçik û movikên wî diêşin û tiştan ji bîr dike. Bijîşkên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) yên hatine peywirdarkirin, her roj kontrola tenduristiya Şen dikin û pêdiviyên wî yên bingehîn ji aliyê malbatê ve tên kirin.

Aksin 25 roj in di grevê de ye

Mahsûm Aksin ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hat berdan, çalakiya xwe li malê dewam dike. Aksin bavê 6 zarokan e. Aksîn ê bi Mehsûn Şen re di heman dosyeyê de tên darizandin, di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Aksin di 25’ê adarê de hat berdan û çalakiya xwe li malê berdewam dike. Niha pirsgirkêk cîdî ya tenduristiya Aksin tuneye.

Kontrolên tenduristiyê tên kirin

Gûrbet Ektîren jî di sala 2015’an de hat girtin û di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Ektîren ku di 15’ê çileye de dest bi greve kir û di 8’ê Adarê de hat berdan, çalakiya xwe li mala xwe didomîne. Kontrolên rûtin ên tenduristiya Ektîren tên kirin û pirsgirêkek cîdi ya tenduristiya wê tuneye. Lê hêdî hêdî êşên Ektîren dest pê kirine.

Hat zanîn ku birayê Ektîren ê piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr hat girtin Mehmet Ektîren û xalê wê Abdurrahman Şimşek jî, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar