Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Komeleya 78’an: Deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe vekin

Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan diyar kir ku deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe vekin û wiha got: “Ji bo bi dawî kirina grevên birçîbûnê, qanûn û makeqanûnên xwe bi cih bînin.”

Komeleya 78’an a Amedê, derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de li avahiya komeleya  xwe civîna çepemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan, deklerasyona ji bo grevên birçîbûnê hatibû amadekirin û li tevahiya Tirkiyeyê 150 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl îmze kirin, xwend. Alkan, bal kişand ser çalakiya Hevserokê KCD’ê  Leyla Guven û wiha wiha axivî: “Piştî greva birçîbûnê ya Guven, di 1’ê adarê de çalakî li hemû girtîgehan belav bû. Me demsalek li dû xwe hişt. Mezinbûna grevên birçîbûnê û encamên di civakê de ava bike, giştiye krîzek mirovî.”

Şendeyên serbixwe bişînin

Alkan diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de, gehiştiye asta krîtîk û wiha got: “Divê demildest deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe bên vekirin. Ji bo hevdîtinên parêzer, malbat û xizmên girtiyan pêwîstî bi qanûnek nîne. Tenê qanûn û makeqanûnên xwe bi cih binin, bese. Ji xwe girtî jî vê daxwaz dikin.”

Piştî Alkan, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî axivî û wiha got: “Em dixwazin bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne re hevdîtin bikin lê rayedarên dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu gavan navêje. Yekem car, di demên pêş de em ê bi mirovên aqilmend û Serokê Meclisê re hevdîtin bikin. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo kûrtir bibe. Girtiyên di greva birçîbûnê de bi biryarin. Gelo dê heta kengî hikumet li hemberê ve li ber xwe bide, divê em li ser vê baş bifikirin.”

Dayika Aştiyê Remziye Alan a zarokê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye jî da zanîn ku berpirsê mirinên ji girtîgehan derkevin Wezareta Dadê û CPT ye. Alan da zanîn ku îro dayîkên li ber girtîgehan bi erdê re tên kaş kirin, îmaja Tirkiyeyê ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar